Idrîs HENAN
Dunya îro li ber karasatek gelek mezin a hilweşîner e. Rojeva hemû cîhanê vîrûsa koronayê ye ku rojane bi sedan mirov dibin mexdûrê vê tehlûkeya bektîrobeolojîk. Mentelîte dibîje ku; pêwîste mirov li ber her kirinekê carek duduyan destê xwe bavêje serê xwe, Eceba kum û kulik li serî ye yan na? Îro jî mirovahî, bi taybet mirovahiya esîrê lîberalîzmê û xwediyên siloganên ferdperestiyê ku li ber keviyê kunê volkanekê ne hele ka kum û kulik li serî ye yan na?. Dunyaya zindiyên bi aqil û nirxên ku hildiweşin li ber ezmûnekî mirovî ne. Gelo tişta ku rojane dimire mirovatî yan bênirxbûyîna sîstema hov a endustiryal e?.
Çend mehin bi sedan analîz, teorî û dahûrandinên ku koronayê digirin dest derdikevin. Bi qasî wan jî, rêxistina tendirustiyê ya cîhanî ku saziyek têkelî zanista kepîtal a hov e, kêlî bi kêlî encamên van teoriyan ku sîstemê li ser lingan dihêlin, bi jimarên mirî û pêketiyan piştrast dike. Mirov dibêje qey ev saziya ku ji ber tenidrustiya mirovahiyê berpirsiyar e, ji sîstemên jêderên koronayê re veguheriye maşîneyek jimartina dengan.
Berê dema ku mirovek diket ber candanê, şênî û xizmên wî li dora serî kom dibûn û digîriyan û li xwe dixistin. Dûşeka wî datanîn nîva odê, meleyek dianîn ber serê wî ku ayetan bixwîne û qirecira derdorê bû. Ger hêviyek şîfayê jî hebûya, ji ber tirsa ji wê teqs û heyamê mirov jiyana xwe ji dest dida. Dilxwe berketiyê wî ne, lê di cewher de kujer ew bi xwe ne.
Îro jî lingên sîstema navendî li ber serê mirovahiyê rûniştine û li gorî xwe lava û beytên pirtûka zanista ku bi sîstemê re hov bûye û her tişta zindî diqelîne, dixwînin. Ankêtên derewîn ên pêketî û mexdûrên serpêhatiya xwe li ser ekranan bi mirovahiya ku jiyana xwe rojane ji dest dide re parve dikin. Hewl didin li ser keştiya koronayê bibin keştîvan û li gorî rêzika kapîtal a qezenca hov mezin bibin û sîstema xwe ya hilweşîner li gorî encamên nû saz bikin û sedsalek dîtir temen dirêjtir bikin. Ancax ev yek bi zêdekirina dahatuyan û bi ziwakirina jêderên xerc û mesrefê re pêkan be. Jêderên vê yekê jî, li gorî ideolojiya kapîtal, beşa mirovahiyê ya ne berhemdar e. Bi gotineke din ji nû ve dîzayînkirina akincîtiya li ser rûyê goka cîhanê û afirandina nifşekî sentez ku tu ferqa wî û maşîneyan nîn be.
Li gorî rêzikên xwezayê yên hevrêziyê, her tiştek bi derdora xwe re bi hevrêzî di nav têkîliyan de ye. Çawa organên hundirîn ên bedena zindiyan bi hevsengî tevdigerin û awazê jiyanê lê didin, mirov aliyên razber û şênber de jî di wê hevsengiya ku jiyanê dewam dike de ye. Lê rêzika bingehîn a vê zagona xwezayî ew e ku; bê tevgerbûyîn hevsengî çênabe. Îro jî hemû navend û derdorên modernîteya kapîtal di kuştina mirovahiyê de di nav wê hevsengiyê de ne ku mafê jiyanê yê zindiyan xesib dikin û li şûna xweda û xwezayê zagonên xwe yên jiyînê ferz dikin. Tu ferqa îro û duh dema ku belgeyên bihuştê li mirovan belav dikirin, nîne. Îro jî heman tiştî dikin. Hewl didin mîna wan rojan him felsefa û him ideolojiya ku tunekirina mirov û xwezayê hedef digire, nûjen bikin. Ji lewre di nav Hevrêziya Spontan de ne ku li ser heman bingehê tevgerîna mirovan li her dera cîhanê, di kenala berjewendiya xwe ya qezenca zêde de biherikînin. Vîrûsa koronayê jî nûjentirîn çekê bektîrobeolojîk a modernîteya kapîtal a pêkanîna vê hişmendiya serdest e.






