Bi dewamkirina qedexeya derketina derve re ku Rêveberiya Xweser ji bo pêşîgirtina li Koronavîrûsê ragihandibû, şaredariyên gel ji bo xizmeta gel, xebata xizmetgûzariyê û hemleyên hişyarkirinê didomînin.
Biryara qedexeya derketina derve ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23`yê Adarê ragihdandibû, dewam dike. Herwiha perspektîfên li ser tedbîrên xweparastinê û yên tendûristiyê jî didomin û navend û sazî ji bilî yên pêwîst dike li ser kar bin, tev hatin rawestandin.
Komîteyên şaredariyên gel ên herêma Cizîrê xebata xwe ya xizmetgûzariyê zêde kirin.
Şaredariya Gel li taxa başûr a bajarê Hesekê bi hevkariya beşên xizmetgûzariyê, bi armanca xweşikkirina bajêr û parastina paqijiya kolanan, dest bi paqijkirin û amadekirina riyan kir.
Herwiha dest bi hemleya paqijiyê li kolana sereke ya taxa Neşwe ya rojava ji Çerxeriya Şerîa heta çerxeriya dawî kiriye û bi hevkariya yekîneyên agirkuj kolana sereke li Neşwe rojava, Çerxeriya Şerîa, Çerxeriya Kehrebê û Kolana Neşwe rojhilat dişûn.