Saziyên ne di nava qedexeya derketinê de ne, bi er rê û rêbazê hewl didin bikevin xizmeta gel û wan ji Koronavîrûsê biparêzin. Yek ji wan jî foca agirkuj e. Foca agirkuj bang li welatiyan kir ku gelaş di dema wê de biajêvin.
Yek ji karên sereke ku foca agirkuj li herêma Cizîrê dike, paqijkirin û dezenfektekirina kolan, ketin û derketina bajaran, sûk û cihên giştî ye.
Ajokarekî focê li bajarê Qamişlo Ehemd El-Elî diyar kir ku ji destpêka belavbûna Koronavîrûsê û piştî ragihandina qedexeya derketina derve li herêmê ji her rewşê re amade ne.
El-Elî bang li welatiyan kir ku alîkariya wan bikin, gelaş di dema wê de biajêvin, li malên xwe bimînin û tedbîran paşguh nekin. Lewre parastina tenduristiya welatiyan, erkê me ya mirovî ye.
Şaredariya Gel a Qamişlo dema avêtina gelaş ji 7:00 heta 10:00`ê sibehê diyar kir.
Têkildarî madeyên ku li kolan û cihên giştî belav dikin û bandora wan li civakê heye, El-Elî wiha got: “Madeyên tên belavkirin, zirarê nadin mirovan. Di dema belavkirinê de jî em tedbîrên xweparastinê bi temamî digirin.”