Welatiyê bi navê Ezedîn Hecî Hemo ku xwediyê Hola Seyran a şahiyan e, li hemberî Koronavîrûsê hola xwe xist xizmeta Desteya Tenduristiyê.
Welatiyê bi navê Ezedîn Hecî Hemo xwediyê Hola Seyran a şahiyan a li taxa Cumaya ya bajarê Qamişlo, hola xwe xist xizmeta Şaneya Aloziyê, da eger vîrûs li herêmê belav bibe, Desteya Tenduristiyê bike nexweşxaneyeke demkî.
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê 250 text şandin holê da ji bo pêvajoya duduyan a Şaneya Aloziyê ya pêşgirtina li Koronavîrusê (Covid-19) li herêmê amade bibe.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî Koronavîrusê însiyatîfên cuda derketin. Ji wan; welatiyan nan bê pere belav kirin, werşeyên dirûnê maske çêkirin û bê pere li Hêzên Ewlekariya Hundir û welatiyan belav kirin. Bijîşkan jî ragihand ku amade ne kesên hewcedar bê pere derman bikin.