Sîpan ŞÎNDA
Dema mirov berê xwe dide dîroka mirovahiyê, mirov dibîne ku gelek nexweşiyên giran li ser mirovahiyê de hatine û tilafetên mezin di serê mirovahiyê de anîne. Ka em binêrin kurte dîroka nexweşiyên vegir û bibînin ka di dîrokê de bi van nexweşiyan çi bi serê mirovahiyê hatiye. Ji Nexweşiya Reş hetanî Covid 19’ê, dema mirov li dîrokê dinêre, diyar dibe ku di dîrokê de qatilê mirovahiyê yê herî mezin ev nexweşiyên vegirin. Herî zêde van nexweşiyên vegir mirov kuştine. Hem jî bi milyonan. Nexweşiya vegir ya kevintirîn tê zanîn ji Beriya Mîladê 429-426’ê li Yewnanîstanê derketiye. Navê wê tam nayê zanîn, lê jêre gotine Weba (Plague) Atîna. Di demê Şerê Peloponezê (430) de derketiye. Dibêjin dorî 75.000-100.000 kes ji ber vê nexweşiyê mirîne. Di 165-180’yê de dîsa nexweşiyek derketiye û dibêjin dorî 5 milyon (ango ji %30’î şêniyên demê) mirov ji ber vê nexweşiyê mirîne. Nexweşiyê bandora xwe li Ewropa, Rojavayê Asya û Bakûrê Afrîka kiriye. Navê nexweşiyê Weba Antoninus (Galen) e. Dibêjin ev nexweşî dişibe nexweşiya Sorik’ê. Veba Justinianus ya di salên 541-542’yê de li Ewropa derketiye, qira Ewropa aniye. Dibêjin ji %40 şêniyên demê yên Ewropa ji vê nexweşiyê mirîne. Dibêjin di pêla ewil de dorî 25 milyon mirov ji ber vê nexweşiyê mirîne. Di nava du sed salan de ji dorî 50 milyon ji ber vê nexweşiyê mirîne. Nexweşiyê bandora xwe li Bîzans, bi taybetî jî li Konstantinopolîs (Stembol), li Sasaniya û bajarên dora Behra Sipî kiriye. Ev nexweşî di salên 664-668 û 680-686’ê de dîsa li Brîtanya dubare derketiye. Mirina Reş ya ku di navbera salên 1347-1357’an de li Ewropa derketî webayek giran û malwêran e di dîroka mirovahiyê de. Ev nexweşî ji Çînê û Asya Navîn destpê dike û bi riya şer derbasî Ewropa dibe. Di nava deh salan de di navbera 75-100 milyon mirov ji ber vê nexweşiyê dimirin. Di nava sedsala 14’an de dorî 200 milyon mirov jiber vê nexweşiya malwêran dimirin. Ev nexweşî bandoreke mezin li ser şênî û demografiya Ewropa dike. Dîsa di nava demê de car car derketiye û hetanî 1700’ê dewam kiriye û mirovahî gelek êşandiye. Mînak di 1629-1631’ê de li Îtalya, di 1665-1666’an de li London’ê, 1679’ê li Viyana, 1720-1722 li Marsîlya, 1771’ê li Moskowa derketiye. Ango vê Weba yê ji %30-60 şêniyên demê qirkiriye. Di 1545-1548’ê de li Meksîkayê nexweşiya Ta Xwînrêj derketiye û felaketek mezin di serê Meksîka yê de anî ye. Di navbera 5-15 milyon Meksîkî ji vê êşê mirîne. Ango ji %80 şêniyên demê qirkiriye. Ev nexweşî dîsa di 1576’ê de li Meksîka derketiye, di 1592-1596’ê li Seneca, di 1596-1602’yê li Îspanya, di 1600-1650’yê li Afrîka Başûr, di 1603’yê li London, di 1609’ê de li Misirê derketiye. Derdora 25 milyon mirov ango %50 şêniyên demê ji ber vê nexweşiyê mirîne. Di 1616-1619’ê de li Englandê ji %30 şênî bi nexweşiyên vegir mirîne. Di 1629-1631’ê de li Îtalya 280 hezar kes ji ber Weba Îtalya mirîne.






