Wednesday, June 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Endama rêveber a Nexweşxaneya Lêgerîn: Em li hemberî du şeran in

05/04/2020
in Uncategorized
A A
Endama rêveber a Nexweşxaneya Lêgerîn: Em li hemberî du şeran in
Share on FacebookShare on Twitter

Di vê demê de ku Koronavîrûs (Covid-19) gefeke li cîhanê ye, heta niha zanyaran ti derman jê re nedîtine. Herwiha ji bo pêşîgirtina li belavbûna wê NY’yê bang kir ku şer û nakokiyên li cîhanê giştî û Sûriyê bi taybetî da balê bikişînin ser xetera Koronavîrûsê, bisekinin.
Di vê derbarê de Nexweşxaneya Lêgerîn a navçeya Til Temirê ji bo pêşîgirtina li Koronavîrûsê tedbîrên pêwîst digire, lê artêşa Tirk a dagîrker gundên Serê Kaniyê û Til Temirê topbaran kirin, di encamê de sivîl birîndar bûn û hin welatiyan ji gundên xwe bar kir. Ji ber wê tedbîrên xweparastinê hatin astengdarkirin.
Têkildarî mijarê endama Rêxistina Heyva Sor a Kurdî a Nexweşxaneya Lêgerîn Cemîla Hemê ev agahî dan: “Halê hazir em li hemberî 2 cengan in, a yekê têkoşîna li dijî Koronavîrûsê ye û ya duduyan jî şerê li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên ser herêmê ye. Ji ber êrîşên artêşa Tirk sivîlan birîndar dikin û wan ji gundên wan koçber dikin, têkoşîna li dijî Koronavîrûsê wê zêdetir asteng bibe.”
Cemîla Hemê got; dewleta Tirk gundên Til Temirê topbaran dike, li milekî din jî bandora êrîşan li kehrebeya bajêr dibe. Ji ber wê em niha zehmetiyê dikişinin. Nexasim piştî girtina deriyê sînor, weke deriyê Til Koçber alîkariya welatiiyan nayê kirin.
Cemîla Hemê di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li artêşa Tirk bike da êrîşên xwe yên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinînin û bi vê pêşî li belavbûna Koronavîrûsê li herêmê bigirin û welatiyan jî ji xeterê biparêzin.

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.