Ji fermandarên QSD`ê yên navçeya Eyn Îsayê Macid Feyad El-Şiblî diyar kir ku hêzên wan li gorî agirbesta mirovî tev digerin lê dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên girêdayî wê di vê rewşa awarte de êrîşên xwe dijwartir dikin.
Bi banga QSD’ê re ya ragihandina agirbesta mirovî li seranserê Sûriyê, dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê bi awayekî dijwar êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Êrîşên ji aliyê şervanên QSD’ê ve di çarçoveya parastina rewa de tên şkandin.
Li herêmê ji bo pêşîgirtina li belavbûna Koronavîrûsê (Covid-19) tedbîr tên girtin, lê li aliyê din li ser sivîlan êrîşên dijwar hene. Têkildarî êrîşên dagîrkeran ji fermandarên QSD’ê yê navçeya Eyn Îsayê Macid Feyad El-Şiblî diyar kir ku ji bo parastina gel û axa xwe bersiva êrîşan didin.
‘EM LI GORÎ AGIRBESTÊ TEV DIGERIN’
El-Şiblî ragihandina agirbesta mirovî ya QSD’ê bîr xist ku dewleta Tirk li gorî agirbestê tev nagere û wiha got: “Li cîhanê û herêmên me ji bo xweparastina ji Koronavîrûsê di aliyê jiyanî û leşkerî de rewşa awarte hatiye ragihandin. Li aliyê leşkeri agirbesta mirovî ku hat ragihandin, ji aliye dewleta Tirk a dagîrker ve weke her agirbestê tê binpêkirin. Vê dema hesas jî dewleta Tirk û çeteyên wê wek firseta êrîşan dibînin û bi dijwarî êrîşî herêmên me dikin. Lê wê bi ser nekevin. Em li gorî agirbestê tev digerin û di aliyê me de li ser leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê ti êrîş çênebûne. Di çarçoveya parastina rewa de em neçar in bersiva êrîşan bidin.”
‘JI BO PARASTINÊ EMÊ BERSIVA ÊRÎŞAN BIDIN’
El-Şiblî bal kişand ser êrîşa ser sivîlan û wiha dewam kir: “Van demên dawî dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê êrîşî gundewarên Eyn Îsayê yên weke Dibis, Um El-Beramîl, Hoşan, Fatsa, Seyda, Xalidiyê, Xwaringeha Siqir, gundewarên Girê Spî; Qizelî, Korhesen, Silîp, Korik, Sofyan, Sewama Qizelî, Mevuca û rêya M4 zêde kirine. Li van gundan sivîl û nuqteyên leşkerên rejîma Sûriyê bûne hedef. Bi êrîşa ser sîvîlan dixwazin gund bên valakirin û bi vî awayî dagîr bikin.”
El-Şiblî diyar kir ku li dijî êrîşan bêdeng namînin û got, ji bo parastina gel û axa xwe em li vir amade ne. Her ku ew êrîş bikin emê jî bersivê bidin.”