Pisporê ewlekariyê û lêkolînerê karê Somalê Ebdulezîz El Karsî destwerdana dewleta Tirk li Somalê, hewldana kontrolkirina beravên Somalê û talankirina xêr û bêrên gelê wê, şermezar kirin.
El Karsî di hevpeyvîneke li gel ANHA’yê de, eşekere kir ku dewleta Tirk welatê Somalê kiriye navenda firotina çekên qedexekirî û çekan derbasî welatên ku şer li wan heye dike. El Karsî diyar ku Tirkiye Somalê weke deriyê derbasbûna herêma Qiloça Afrîkayê bi kar tîne da mêtîngeriya xwe lê berfireh bike.
El Karsî axaftina xwe wiha doman: “Dewleta Tirk siyaseta xeniqandina Somalê di bin deynan de ku bi esil nîne, dimeşîne. Sîstema “Fermaco” li ser fatoreyên Tirkî yên mehane bi 2 milyon dolarî, bi rê ve diçe. Tirkiye îdia dike ku pereyan dide polîsan û artêşa Somalê, ji derveyî peymana leşkerî ya Somal û Tirkiyê ku rê dide, dewleta Tirk ku hejmareke ne sînordar a baregehên Tirkiyê di erd û beravên Somalê de ava bike. Herwiha li gorî peymana Tirkiyê dikare çekan bifiroşe ango di hundirê Somalê de veşêre, pişt re jî bide aliyên din bê ku li rêxisitnên navdewletî yên çavdêriya qedexekirina çekan li Somalê dikin, vegere.”