Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got: “Hevala Sema Koçer fermandar û xeta serdema nû ya YJA Starê ye. Fermandar û şervanên YJA Starê hemû şervanên di bin fermana wê de ne.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, têkildarî Sema Koçer ku li Bazîdê çalakiya fedayî kir daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Hevala me Sema Koçer, di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê li bajarokê Gurbûlak ê navçeya Bazîd a Agiriyê 31’ê Adara 2020’an li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî bi îrade, biryardarî, îdîa, bawerî û dilsoziya bi Rêbertiyê re çalakiya fedayî kir.
Di serî de malbata hevala me Sema Koçer ku di xeta Zîlan de bû fedayî, em ji tevayiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwzin û dibêjin, heta hevalên me yên fedayî mîna Sema Koçer hebin wê ev dijmin ti carî bi ser nekeve. Hevala Sema Koçer sala 2014’an tevlî nava refên azadiyê bû û li gel temenê xwe yê ciwan bi sekna xwe ya mezin û bi biryara di nava jiyana gerîla de cihekî mezin di dilê hevalên xwe de girt.
Hevala Sema Koçer fermandar û xeta serdema nû ya YJA Starê ye. Fermandar û şervanên YJA Starê hemû şervanên di bin fermandariya wê de ne. Şidandina tecrîdkirina Rêberê me û giranbûna zextên li gelê me sedemên vê çalakiya hevala Sema Koçer in. Yên dijmin baş fêm dikin çalakiyên mezin ji wan tên. Hevala me Sema Koçer ku ji jiyanê pir hes dikir û bi rengekî watedar dijiya, heskirina wê ya ji çiyê û hevalan re gelek cuda bû. Hevala Sema sala 2017’an bi koma hevalên Çîçek Botan û Atakan Mahîr re ber bi Dêrsimê ve ket ser riya meşa azadiyê. Heval Sema pişt re li Serhedê ma û ji bo dilsoziya bi hevalan re û hilanîna tola şehîdan ev çalakî pêk anî.
Em careke din di kesayeta malbata hevala xwe Sema Koçer de sersaxiyê ji tevayiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”