Ji bo peydakirina pêwîstiyên civakê Kargeha Newrozê karê xwe didomîne. Jinên di Kargeha Newrozê de dixebitin gotin; “Xebat ji bo me pir girîng e. Xebat jiyana mirovan hêsantir dike.”
Kargeha Newroz ya girêdayî Aboriya Jinê, Çileya 2018’an li Taxa Kelasê ya Bajarê Hesekê dest bi karê xwe yê dirûtinê kir. Kargeh berhemên dertîne li 2 firoşgehên Dirbêsiyê û Qamişloyê belav dike. Piştî belavbûna Virûsa Korona Kargeha Newroz ji bo endamên nexweşxaneyan cilên fermî didirûn. Têkildarî mijarê xebatkarên jin ên Kargeha Newrozê axivîn.
‘PÊWİSTİYA CİVAKÊ Bİ Çİ HEBE EM ÇÊDİKİN’
Nesrîn Hec Mihemed diyar kir ku armaca Kargehê pêydakirina pêwîstiyên civakê ye û wiha got: “Di kargehê de em 9 kes dixebitin. Ji saet 9’ê serê sibehê heta 4’an em dixebitin. Em cilan didûrin û bi bihayekî normal jî difiroşin.
Nesrînê bal kişand ser belavbûna Virûsa Korona û got; “Ji bo nexweşxaneyên me cilên fermî pêwîst bûn, me jî dest bi çêkirina cilên nexweşxaneyê kir. Eger pêwîstî bi rûpoş û lepikan jî hebe emê wan jî çêkin.
‘ME ALÎKARİYA KAMPA WAŞOKANÎ KİR’
Xebatkara bi navê Îlham Ehmed jî ku li ser makîneya dirûtinê kar dike wiha axivî: “Bi hatina biharê re me dest bi cilên havînê kir. Me xwest em xebata xwe bi koçberên kampa Waşokanî re par ve bikin. Ji bo wê me nêzî hezar û 80 cilî bi alikariya rêveberiya kampa Waşokanî pêşkêşî wan kir.”
‘JİN Jİ BO PÊŞXİSTİN Û PEYDAKİRİNA PÊWÎSTİYÊN CİVAKÊ NİMÛNE YE’
Îham Ehmed di dewama axaftina xwe de got; “Di Kargeha Newrozê de jin xwedî rolek çalak e. Cihên xwe li ser makîneyan hemûyan digire. Li kû pêwistî çêdibe em ji bo pêşxistin û pêwîstiyên civaka xwe amade ne. Jin ji bo pêşxistin û peydakirina pêwîstiyên civakê nimûne ye. Di vê pêvajoyê de Kargeha Newroz ji bo dirûtina cilên bijîşk û karmendên tenduristiyê niha di nava kar û xebatê de ye. “