Idrîs Henan
Şaneya Kirîzê li Herêma Efrînê ji bo tekûzkirina parastina tendirustiya şêniyên Efrîn û Şehbayê, îro li kampa Berxwedan a koçberên Efrînê li navçeya Fafînê di encama civîna xwe ya sêyemîn de hinek biryarên nû bi raya giştî re parve kir.
Pêwîste Zarok Bên Zeftkirin
Li ser navê Şaneya Kirîzê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo, rewşa awarte ya ku li herêmê hatiye ragihandin nirxand û wiha got: Tevî ku gel pabendê biryarên Şaneya Kirîzê ye û bi ruhekî berpirsiyar tev digere, lê dîsa jî hinek lawaziyên derbas dibin hene. Bi taybet aliyê zeftkirina zarokan de pêwîste gelê me hê zêdetir baldar û hakim be.
Herdu Dergehên Helebê Tên Girtin
Bekir Elo di derbarê encama sêyemîn civîna Şaneya Kirîzê ya Herêma Efrînê de ev tişt anî ziman: Li rex biryarên me yên berê, ji bo tekûzkirina parastina tendirustiya gel, Şaneya Kirîzê îro hinek biryarên nû erê kirin. Biryara sereke girtina herdu dergehên Şehba bi parêzgeha Helebê re ye. Ango wê çûyîn û hatina li van herdu dergehan heya demekê bên rawestandin. Kesên ku derveyî van dergehan bi rêya qaçax derbasî Şehbayê bibin, wê 14 rojan derbasî karantînayê bibin.
Made Li Dergehan Tên Radestkirin
Bekir Elo îşaret bi mekanîzmeya derbasbûna madeyên xwarin, vexwarin û sebzeyan jî kir û got: Êdî nabe tu erebeyek barhilgêrê, madeyan derbasî navçe û gundên şehbayê bike. Wê hemû made li dergehan bên radestkirin. Piştî bên kontrolkirin, dê bi erebeyên taybet bên veguhestin.
Hemû Dikan Saet 4`An Şûn de Tên Girtin
Endamê Şaneya Kirîzê û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo ji bo tekûzkirina pabendbûna bi biryarên Şaneya Kirîzê û selametiya giştî re got: Wê ji sibe û pê ve hemû dikan, ji bilî dermanfiroş û navendên tibî, di saet 4`an piştî nîvro de bên girtin.
Bekir Elo di dawiyê de li kêleka gel, hemû kesên ku di vê rewşê de ked didin spas kir û hêviyên xwe anîn ziman ku gel baş têbigihêje biryaran û destek bide rêveberiyê ku bi hev re civakek tendirust ava bikin.