Wednesday, June 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser: Navendên karantînayê amade ne

30/03/2020
in Uncategorized
A A
Rêveberiya Xweser: Navendên karantînayê amade ne
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, diyar kir ku li herêmên rêveberiyê navendên karantînayê hatine amadekirin. Li navendan alavên guncaw hene, eger rewş dewam bike wê tedbîrên din jî bên girtin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid derbarê tedbîrên Rêveberiya Xweser ji bo pêşîgirtina li Koronavîrêsê de girtîn, ji ANHA’yê re axivî.

Bêrîvan Xalid ev agahî dan: “Ji paşxistina dewama dibistanan, heta qedexekirina kombûna gel, girtina deriyên sînor, qedexeya derketinê û dezenfektekirina seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiyê gelek tedbîr girtine.”

‘DIBE KU QEDEXEYA DERKETINÊ BÊ DIRÊJKIRIN’

Bêrîvan Xalid da xuyakirin ku wek qonaxa destpêkê û baldariyê 15 roj qedexeya derketinê ragihandin û eger pêwîst bike dibe ku qedexeya derketinê bê dirêjkirin. Bêrîvan Xalid wiha got: “Tevayiya aliyên pêwendîdar rojane rewşê dişopînin, geşedanên heyî nîqaş dikin û bi wê re jî tedbîrên guncaw digirin.”

Rêveberiya Xweser berî niha jî şaneya aloziyê ava kir ku erkê wê amadekirina nexweşxane, cihên karantînayê û sekna li ser rewşê ye. Herwiha tevayiya saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl bi awayekî demkî kar rawestandin.

Bêrîvan Xalid da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên karantînayê ji bo veguhestina rewşên pêketina Koronavîrûsê yên biguman amade kirine. Bêrîvan axaftina xwe wiha domand: “Li van navendên karantînayê wê alavên guncaw bên amadekirin û derbarê vê rewşê de hevkarî di navbera rêveberiyê û şaneya aloziyê de ku ji bo vê armancê hatiye avakirin, heye. Komîteyên xizmetgûzarî, bijîşkî û Hêzên Ewlekariya Hundir tev li ser karên xwe ne û ji bo rewşên bersivdana li ser çi awarteyekê dibe ku li tevayiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were, amade ne.”

‘WÊ HIN TEDBÎRÊN DIN DI DEMA PÊŞ DE BÊN GIRTIN’

Bîrêvan Xalid eşkere kir ku pêkan e ku Rêveberiya Xweser hin tedbîrên din jî bigire.

Di dawiya axaftina xwe de Bêrîvan Xalid bang li welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li gorî biryarên rêveberiyê tev bigerin û di dema niha de li malên xwe bin ku xwe û xizmên xwe ji xetera Koronavîrûsê biparêzin.

 

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.