Weşanxaneya Zarokan Hîva ji bo ku di van rojên koronayê de zarok û mezin li mala xwe bin û aciz nebin çîrokan bi zimanê Kurdî dixwînin û li ser kanala xwe ya youtubê û li ser Tweterê parve dikin.
Pepûk, Çûçik û Pîrê, Hebîbê Necar çîrokên gelêrî ji aliyê Ulku Bîngo ve hatine berhevkirin tên gotin.
Di vê çarçoveyê de Weşanxaneya Zarokan Hîva jî xebatek daye destpêkirin û li gorî vê her roj çîrokekê ji bo zarokan dixwînin û wê ji ser hesabê xwe yê Youtube parve dikin.
Çîrokên di Kovara Ronahiyê de sala 1942yan hatîn weşandin jî Şêr û Kêvroşik, Xezna Koseyan, Dîk û Kîso, Şêr û Kîso jî dîsa ji aliyê Ulku Bîngol ve hatine xwendin.
Herwiha çîrokeke bi navê ‘Xewroşka Welatê Maran’ ya Ulku Bîngol li ser Youtubê heta niha hatiye weşandin.