Komek hunermendên Kurd ji bo piştgiriya xelkê Îtalya ku zêdeyî du hefteyan e ji ber vîrûsa koronayê di karantînayê de ne, stirana ‘Çaw Bella’ gotin.
40 hunermendên Kurd ji bo piştgiriya gelê Îtalyayê sirûda “Bella Ciao” ku bi Kurdî bi navê ‘Çaw Bella‘ hat amadekirin, gotin û li ser medyaya civakî belav kirin.
Hunermendên Kurd yên stiran gotîn ev in: Hesen Şerif, Mizgîn Tahir, Hozan Aydin, Diyar Dêrsim, Xelîl Xemgîn, Seyitxan, Kawa, Rotînda, Serhat Çarnewa, Heja Turk, Dilovan û Ayfer Duzdaş.
Di dawiya klîbê de bi Kurdî û Îtalyanî ‘Sepre sîamo însîeme – Emê her dem bi hev re bin’ hat nivîsîn.