Wednesday, June 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bêhneke nû ji bo şanoya Kurd: Teatra Sarya Baran

30/03/2020
in Uncategorized
A A
Bêhneke nû ji bo şanoya Kurd: Teatra Sarya Baran
Share on FacebookShare on Twitter

Şanoya Sarya Baran ku koma destpêkê ya şano ya jin e ku di nava Kevana Zêrîn de ava bûye, hewl dide bibe bêhneke nû ji bo şanoya Kurd. Lîstikvan û derhênera komê Sarya Golan diyar kir ku dixwazin lîstikvan û derhênerên jin biafirînin.

Teatra Sarya Baran, ku koma yekê ya jinê ya şano ye di binê sîwana Kevana Zêrîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bûye, ji bo şanoya Kurd dixwaze bibe bêhneke nû ku li her çar parçeyên Kurdistanê di nava zor û zehmetiyên mezin de ye.

Koma Teatra Sarya Baran sala 2018’an li bajarê Qamişlo di binê sîwana Kevana Zêrîn de ji aliyê 4 jinan ve hat avakirin. Heta niha bi lîstikên xwe yên bi navê “Jina tenê”, “Diqîrim”, “Aştî di baskê çûkê de ye” û lîstika zarokan “Diziya Baxçe” derket pêşberî şanohezan.

Teatra Sarya Baran di Festîvala Şehîd Yekta Herekol de xelatên “Derhênera herî baş” û “lîstikvana jin a herî baş” wergirt û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi tûrneyê kir. Di tûrneyê de jî eleqeyeke mezin jê re hat nîşandan.

Endama komê lîstikvan û derhêner Sarya Golan li ser karê şano ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Teatra Sarya Baran bi gavên piçûk, lê xurt hewl dide bi pêş ve biçe. Golan got, “Armanca me ya bingehî ew e ku li ser bingeha çîrokên jinê lîstikvan û derhênerên jin perwede bikin û biafirînin.”

Sarya Golan got, “Şoreşa Rojava tevî pêşketina leşkerî, siyasî û dîplomatîk herwiha karê çand û hunerê jî pêş xist. Şano jî yek ji beşên vê hunerê ye” û wiha dewam kir: “Berî şoreşê jî şano hebû, lê belê bi giranî lîstikên di Newrozan de dihatin lîstin bûn. Lê belê bi şoreşê re gavên cidî hatin avêtin û li her bajarî komên şano tên avakirin. Festîvalan dest pê kir.”

Sarya Golan got, “Kevana Zêrîn karê xweser dike. Yek ji karên wê jî şano ye. Ev cihêkarî nîne. Lewre armanca wê ya bingehî perwerdekirina şanogerên jin û derhênerên jin e. Çavkaniya wê jî çîrokên jinan in.”

 

Post Views: 79
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.