QASIM ENGÎN
Kapîtalîzm ferdparêziyê pêş dixe û civakê jî hildiweşîne. Kapîtalîzm di wê maneyê de civakê ji hev dixe û pûç dike. Li kû derê nirxên kapîtalîst hebin li wê derê civak ango mirovayî nîne. Ango li kû derê mirovayî hebe li wê derê nirx û çanda kapîtalîst zûbizû pêş nakeve. Lewre civak û kapîtalîzm ango çanda kapîtalîst û civak li dijî hev in.
Dîroka tevayiya mirovayiyê heta di van çend sedsalên dawî de her tekoşîna li dijî pêşxistina ferdparêzî û danheva zêdeya kapîtalîst bûye. Berxwedêrên herî li pêş li dijî van nirxan ango bênirxkirina mirovayiyê, pêxmber bûn. Ji peygamberê yekê heta yê dawî ev her tim wisa bûye. Çawa ku pêxember berxwêdêr û têkoşerên li dijî danheva zêde ya kapîtalîstan bûne. Di heman demê de olên ku wan temsîl kirîn jî her tim li dijî nirx û çanda ferdparêzî, danheva maddî ya zêde xwedan sekin bûne. Diyalektîka mirovayiyê ev e.
Bi kurtayî; jiyana ne komî, ne bi hev re, ne komûnal, ne hevpar, ango ne komûnîstî ne ti jiyan e û ne mûmkin e ku mirov pê re bijî.
Niha nexweşiyeke pir mezin bûye belaya serê mirovayiyê. Û her roj li hinek cihan hinek mirov pê dimirin. Heta tê gotin eger tedbîr ango rê û rêbazên nû li dijî vê nexweşiya bêyom nayên girtin, dibe ku bi sedhezaran heta bi milyonan mirov bimirin.
Bêguman, pêwîst e li hemberî vê nexweşiya bêyom tedbîr tev werin girtin. Lê divê neyê jibîrkirin ku nexweşiyên wiha weke AÎDS, Nexweşiya Berêz û Çûkan, Nexweşiya Conageyê Dîn, Pençeşêrango Seretan di rastiya xwe de nexweşiyên pergala kapîtalîst û çanda kapîtalîst in.
Kapîtalîst ji bo ku pirtir kar ango qezenç bikin çi ji destê wan tê dikin. Bedelê wê hilweşandina jiyana me jî be ev wisa ye. Bi genên organîzma dileyzin û wan diguherînin. Di encamê de destverdaneke li ser xweza û çanda wê ya bi hezarê salan tê kirine. Bi gotineke din bi xwezeya giştî û bi xwezaya me tê lîstin.
Encam, nexweşiya Korona ye.
Rastî ev e: ”Şêweyê bi kansêr û şêweyê bi tenduristî yê mezinbûnê çawa ku di asta hucreyê de şaşiyê dikin, li kansêr û mirinê rê vedikin, bi şêwazekî bi heman rengî mezinbûnên karê yekdestdariyê jî mezinbûna bi tenduristî (di her asta xwezaya civakî de) asteng dike û bi vî awayî pêşketina kanserolojîk a civakî û derdorê pê dixe.”
Û tişta ku niha jî dibe rewşa kanserolojîk e. Û yên nexweşiyên wiha pêş jî dixin çend kes in, lê kesên bêwijdan, bêîman in û di aliyê ruhî de jî weke yê Sodom û Gomorra nexweş in.
Çanda kapîtalîst, çanda danhevê, çanda komkirinê, çanda şelandinê, çanda ku tenê xwe û berîka xwe difikre tam jî ev çand e.
Digel ku çanda kapîtalîst ya ferdperest û diz xwe serkeftî li seranserê cîhanê raber dike, lê em dibînin ku diyalektîka mirovayiyê bi rêbaza komûnîstiyê ye. Dema mirovayî ber bi xeterekê ve diçe ya ku diqewme ne xwexelaskirine tenê; na, ya ku diqewme bi hevre, bi heman ruhî li dijî nexweşiya bêyom li seranserê cîhanê şer e. Pişta hev girtin e, destê xwe ji bo yê keleka xwe dirêj kirinê.
Eger komûnîzm; tevgera bi komî ye, fikirîna li ser hev e, piştgiriya hev e, hevparî û hevkarî ye, wê demê tişta ku niha li seranserê cîhanê dibe, komûnîzm e.
Em ji bîr nekin ku diyalektîka mirovayiyê ango civakbûyînê bi gena komûnîzmê xwe rapêçaye. Jahrkuja Vîrûsa Korona tam jî ev e. Jiyana hevpar a komûnîstî…






