Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê şaxê Qamişlo pakêtên xwerek li malbatên xizan û yên ku derbara xwe bi karê xwe yê rojane dikin, belav kirin.
Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîgirtina li Koronavîrusê ji 23`yê Adarê ve qedexeya derketina derve dewam dike. Ji bo ku ev biryar bandorê li malbatên ku debara xwe bi karê rojane dikin, neke Yekîtiya Parêzeran a herêma Cizîrê- Şaxê Qamişlo pakêtên xwerek li malbatan belav kirin.
Pakêt ji birinc, ava bacanan, savar, zeyt, makaron û helawê pêk tê.
Hevseroka Meclisa bajarê Qamişlo Muna Farûq di vî warî de wiha got: “Em niha di pêvajoyeke mirovî re derbas dibin. Pêwîst e alîkarî ji malbatên ku debara xwe bi karê rojane dikin were kirin. Ev însiyatîf mirovî ye û em spasiya Yekîtiya Parêzeran dikin.”
Girêdayî prosesa belavkirinê, Muna diyar kir ku komînên bajêr navên wan malbatan tomar kirine. Pişt re meclisê pakêt li wan belav kirin. Muna diyar kir ku prosesa tomarkirina navên malbatan û belavkirina pakêtan heta bidawîbûna qedexeya derketina derve wê dewam bike.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Yekşemê biryara belavkirina pakêtên xwerek li malbatên xizan û hewcedar ên ku debara xwe bi karê rojane dikin da. Belavkirin wê di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve de dewam bike.