Meclisa Tenduristiyê ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi çavdrêriya kadroyên tenduristiyê navendeke karantînayê amade kir, herwiha ji bo rewşên awarte li gorî pêwîstiyê telefon diyar kirin.
Meclisa Tenduristiyê ya Taxêa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo kontrolkirina rewşên biguman yên Koronavîrusê (Covid-19) navendeke karantînayê amade kir.
Kadroyên karantînayê, pîvanên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) pêk tînin û destpêkê kesên biguman dezenfekte dikin, pişt re di kontrola tenduristiyê re derbas dikin.
Navenda karantînayê ji 7 odeyan û 25 textan pêk tê ku tê de alavên dermankirinê yên destpêkê, pêwîstî û cîhazên tenduristiyê weke oksîjen, nefes û dil hene. Herwiha ji bo nobetê 6 hemşîre û 4 bijîşkên nexweşiyên hundir û yên singê, hatine erkdarkirin.
Hevseroka Meclisa Tenduristiyê Leyla Hesen diyar kir ku bi tevayiya derfetên xwe tedbîrên pêwîst digirin û hêvî kir ku vîrês li herêmê belav nebe.