Ji ber metirsiya vîrûsa Koronayê gelek welatiyan berê xwe da gundên xwe û bi karê çandiniyê ve mijûl dibin. Herwiha ku demsala biharê ye jî ji bo xwarina xwe giya kom dikin.
Karesat û ziyana vîrûsa Koronayê ya li ser mirovayiyê ku didome, li Başûrê Kurdistanê ji ber metirsiya vîrûsa Koronayê gelek welatiyan berê xwe da gundên xwe û bi karê çandiniyê ve mijûl dibin. Herwiha ji ber demsala biharê ye jî ji bo xwarina xwe giya kom dikin. Li gorî agahiyan li gundên ji bajaran dûr, mirovên bi vîrûsa Koronayê ketîn di asta herî jêr de ye.
Welatiya bi navê Gul Ebubekir a li Binarê Qendîlê bi komkirin û paqijkirina giya ve mijûl e got, “Biharên Qendîl pir xweş in. Di vê demsalê de gelek giya şîn dibe. Pûng, kivarik, kereng û hwd. gelek giya derdikevin.”