Dirûnkar Şoreş Şêx Dawid yê ji gundê Qeremanî yê Dirbêsiyê, maskeyan çêdike û li şêniyên gund belav dike.
Bi belavbûna vîrûsa Koronavîrûs re xwesteka maskean jî zêde dibe ku yek ji alavên xweparastinê ye. Ji ber wû maske zû peyda nabin, di heman demê de bihayê wan jî bilind bûye.
Dirûnkarê bi navê Şoreş Şêx Dawid yê ji gundê Qeremanî yê li rojavayê navçeya Dirbêsiyê maskeyan çêdike û bê pere li şêniyan belav dike.
Şoreş rojane 200 maskeyan çêdike û bi şêwira bijîşkekî pispor bi madeyên tibî dezenfekte dike.
Şoreş li ser mijarê ji ANHA‘yê re wiha axivî: “Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê li seranserê cîhanê û ji ber kêmbûna maskeyan û bilindbûna bihayê wan, min dît ku pêwîst e ez bixwe maskeyan çêkim û bê pere li şêniyan belav bikim.”
Şoreş diyar kir ku, berî niha cilên jinan didirûtin, piştî qedexeya derketina derve xwestiye xizmeta şêniyan bike û wiha got: “Min jî xwest xizmeta şêniyan bikim. Eger beşeke piçûk be jî nehêlim Koronavîrês li herêmên me belav bibe.
Şoreş Şêx Dawid da zanîn ku wê maskeyan ji bo şêniyên gundên derdorê re jî çêke.