Ji bo ku welatî kom nebin, komînên bajarê Qamişlo bi hevkariya meclisan dest bi belavkirina cereyên gazê li welatiyan kir.
Ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa Korona, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 23`yê Adarê biryara qedexeya derketina derve li herêmê ragihand. Qedexeya derketina derve wê heta 15 rojan be, lê dibe ku dema wê were dirêjkirin.
Biryara qedexeya derketinê, dikanên madeyên xwarinê, sûkên sebzeyan û firine di nava xwe de nagire. Herwiha rêveberiyê bang li şêniyan kir ku kom nebin.
Di çarçoveya pêkanîna biryarên Rêveberiya Xweser de, meclisa bajarê Qamişlo bi koordîneya komînan dest bi belavkirina cereyên gazê li welatiyan kir. Ji bo ku kombûn çênebe komî belav dikin.
Ji bo vê mijarê, di her komînê de komîte hatin avakirin. Komîte serdana malan dikin, navên kesên cereyên gazê dixwazin tomar dikin. Roja din cere li gorî jimara hatî tomarkirin bi riya pêwendiya bi şêniyan re tên belavkirin.
Meclisê bang li welatiyan kir ku biryarên hatîn dayîn pêk bînin. Herwiha diyar kir ku wê hewl bidin tevayiya pêdiviyên welatiyan peyda bikin.