Medeni FERHO
Tirseke mezin cîhan dorpêç kiriye, dijmineke nayê dîtin heye û dikuje.
Li hemberî dijmina ku li cîhanê bûye “kula kor”, enerjiya civakî û desthilatdaran têkbiriye, weke atoma bê dû, bê bêhn e, tîrenda giraniya demê jî ber bi trawmayên civakî ve diçe.
Çend sal in, dijwariya “kula kor” li Kurdistanê heye; artêşa Tirk û çeteyên dewşirme, bi êrîşên sadîstî, li Kurdistanê, mirinê dibarînin, bi qasî mogolî û osmaniyan trawmayên civakî derdixin holê. Îro jî, li gel ku gefa vîrûsa korona heye, êrîşên sadîstî yên artêşa Tirk û çeteyên wê dewam dikin.
Û, em di “Hafteya Lehengiyê” de ne.
Hefteya Lehengiyê, dîrok e, destpêka diyalektîka ronakbûnê ye û lehengên Kurd bûne dadgerên serdemê û mohra xwe li dîroka paşrojê dan. Bi gotina Hobbes, ku berî sêsed salî got “yek stirana min ya jiyanê hebû, ew jî tirs bû”, stirana Kurdan ya sedsalî jî, “pepû reben, waweylê li min rebenê” bû. Stranên tirsê ne!…
Dagîrkeran, bi kiryarên sadîstî gel diperçiqandin, zarokên wan jî bi perwerdeya hîpnotizmê dewşirme dikirin.
Balkêş e, ti pêşketinên cîhanê, ti hiş û ramanên şiyar, ji bo Kurdan dengê xwe bilind nekirin, ji tevzînokên “ta” mirinê şiyar nekirin. Cîhana pêşverû û paşverû, ji bilî gotina, sergirtina kiryarên faşîzan “mirov hemû bira ne”, gotineke din bi kar neanîn. Kurd, ji sê aliyan ve dihatin tinekirin; qanunên înkarê, zext û zora esker û perwerdeya hîpnotîzî…. Li hemeberî van kiryaran, zîhaneke bi çav lê kor, mirovahiyek bi guh lê kerr hebû.
Ciwanên ku derketin lêgerîna delalî û azadiyê, bi gotina Einshtain, “dan xuyakirin ku bingeha nirxên mirov û mirovayiyê exlaq e” ê ev exlaq derxistin holê. Ew exlaq jî weke parzûnkirina, çemên ber bi derya diherikin û di nava deman de paqij dibin e. Exlaq, bingeha qanûnên li gorî pêdiviyên civakî tên amadekirin e, bingeha destûrnameyên demokratîk e.
Çil sal û îro!… Bi demjiyana fêrkirîna akademîk, ji dibistana seretayî, heta bi teza doktore dewam kir…. (Sertîfîka negiringe.) Dema Mûsa, Cihû ji Misirê derxistin, piştî çil salî gihatin Israîl, lê gelê Israîl, ji “zanista amprîk” rizgar bû. Gelê Kurd jî, di meşa lêgerîna delalî û azadiyê de, çil sal li pey xwe hiştin û ji “ezberê” rizgar bûne.
Hefteya Lehengiyê jî, xerakirina nivîsên li ser “texteyê reş” yên dibistanên ku bi rengê hîpnotîze zarokan perwerde dikin e. Xerakirina “not”ên di mêjî de, bi çakûç û miqar hatine kolan e, rizgarkirina bedena Kurd ji sadîzma faşîzma dewşirme ye. George Orwel, di pirtûka “1984”an de, çîna serdest bi kiryarên dikirin, wek sadîzmê; J. Paul Sartre, dagîrkeriya Fransa li Cezayirê, wek tinekirina sîstematîk ya sadîstî bi nav dikin. Ev navên faşîzma dewşirme ne!…
Lehengên ku pêşengiya gihiştina îro kirin; bi tez û antîtez, bi zanista wêjeya bi ezmûn, faşîzma dewşirme eşkere kirin. Her faşîzm, newî sadizm e, ev jî stirana tirsê ye. Piştî têkçûna Hitler, li Elmanya jî, tirsa lêpirsîn û tewana faşîzmê hebû, bi pêşengiya xwendekarên zaningehê, ev tirs hat şkandin.
Belkî were gotin; çi têkiliya faşîzma dewşirme, bi gefa vîrûsê re heye? Rast e!.. Lê na, eger em nameya A. Einstein, ku ji Ferud re şandiye bixwînin, hingî pêdiviya vê pirsê namîne. Einstein dibêje; “hasreta dîtina rastiyê, di we de, hasretan tevan ji holê radike”. Hasreta dîtina rastiyê, di lehengên ku bûne dîroka nû, hasretên jiyanê tev ji hole rakirine, îro jî ev hasret heye.
Ji bo fêmkirina “Hefteya Lehengiyê”, divê em vê pirsê bikin: Di dibistanên dagîrkeran de, ji ber perwerdeya hîpnotizmê, çend nifşên winda, çend nifşên tovê waweylê hatin afirandin? Çend komên xelkê, bi navê Xwedê nîne kirin û Xweda jî kirin hevparê sadîzma xwe? Perwerdeya dewşirme, hîpnotîzma herî dijwar e û çeteyên DAIŞê, El Nusra û hwd. kişandin nava xwe, felsefeya Seyid Qutub ku ideologê Ixwaniyan e pûç kirin, Ixwanî kişandin nava xwe.
Balkêş e, ne dîrokzan, ne sosyolog, ne pedagogên cîhanê, li ser faşîzma dewşirmeyan rawestiyane. Eger rewşenbîriya cîhanê li pey rastiyê nebeze, mirovayî jî, ji felcên weke koronavîrûsê rizgar nabe.
Barê ketî li xwedî ye, ev gotina pêşiyên Kurdan e, divê rewşenbîriya Kurd, rahêje barê ketî.






