Koronavîrûs bandorê li seranserê cîhanê dike û divê her kes li hemberî wê bisekine. Lê belê divê bê zanîn ku modernîteya kapîtalîst ji Koronavîrûsê bixetertir e û divê her kes li hemberî vê sîstema bûyî sedema êşa gelên cîhanê, bisekine.
Koronavîrûs (Covid-19) li Wohan a Çînê Kanûna 2019’an derket û li seranserê cîhanê belav bû. Heta niha bi dehhezaran mirov ji ber mirine û bi sed hezaran pê ketine. Belavbûna wê hê dewam dike û ti derman jî jê re nehatiye dîtin.
Rêber Abdullah Ocalan di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de wiha dibêje: “Çi qas asta pêşketina bijîşkî hebe jî wê li hemberî zêdebûna nexweşiyên çêkirî yên di nava civakê de bêçare bimîne.”
Ocalan balê dikêşe ser xala herî girîng ya modernîteya kapîtalîst ferdên civakê bi nexweşiyên eseb û penceşêrê dixeniqîne û wiha dibêje: “Qewmiyet, olperestî, desthilatdarî û zayendperestî mîrasa zihnî û hestiyarî ya kapîtalîzmê ne, her tim nexweşiyan çêdikin. Herwiha nexweşiyên bingehî yên zêde nîşana nexweşiyên zihnî û derûnî ne. Li aliyekî din jî kapîtalîzm cihê xwezayî yê ku civak xwe dispêriyê, ji jev kir.”
Ocalan di vê parêznameyê de bi nişmî li ser modernîteya kapîtalîstê diaxive û wiha dibêje: “Tevî hakîmiyeta dijwar ya modernîteya kapîtalîst, li gorî kirinên xwe berbelavbûneke civakî ya herî bixeter çêkir. Herwiha li dijî mirovayiyê bi giştî sekinî û ji diyalektîka gerdûnî ya xwezayî veqetiya.
Herwiha rêber Abdullah Ocalan dide xuyakirin ku vê sîstemê zanist bi kar anî ku desthilatdariyê li ser îdeolojiya civakê û xwezayê bike. Herwiha endûstriyalîzm bi kar anî ku civak û derdorê daqurtîne. Sîstemeke bi temamî li dijî xweza û civakê ye, bidestxistina wê ya qezencê di rojekê de ya bi trilyon dolaran, lîstina bi jimarên pêşbînî yan jî bi pereyan, têrê dike ku bê zanîn ka çiqas ev sîstem sîstemeke dîzî, nerewa û hovîtî ye.”
Ocalan wiha rave dike: “Kapîtalîzm bixwe krîzeke mirî ya ku di pergala medenî de karaktereke mayînde bi dest xistiye û wêran kiriye. Herwiha hegamonyaya xwe di 5 sedsalên dawîn de pêk anî. Di dîrokê de şerê li ser desthilatdariyê bû sedema kuştina bi milyonan mirovan, her tim nexweşî jî ji ber wan şeran çêbû û komkujiyên Osmaniyan li dijî gelên li herêmê şahideyên wê ne.