Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê got, eger hikumeta Başûrê Kurdistanê ambargoya li ser kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) raneke wê karesatên mirovî çêbin.
Ji 18`ê Tîrmeha 2019`an ve hikumeta herêma başûrê Kurdistanê ambargo li ser Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daniya. Piştî ku cîgirê konsolê Tirkiyê yê Hewlerê 17`ê Tîrmeha 2019`an hat kuştin ambargo danî.
Meclisa Gel a Kampa Rustem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya alîkariya tedbîrên li hemberî vîrûsa koronayê de, 27`ê Adarê nameyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rêkir. Meclisê di nameya xwe de li hemberî vîrûsê banga alîkariyê kir. Di nameyê de hat gotin madeyên tenduristiyê, dezenfektekirinê û pêwîstiyên tenduristiyê mîna maske û lepikan pêwîstiyên wan ên sereke ne.
‘DIVÊ HER KESEK ALÎKARIYÊ BIDE PENABERAN’
Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma jî diyar kir ku li gorî zagonên navneteweyî yên parastina mafê mirovan ku divê berpirsên kampan girîngiyê bidin kesên di kampan de dijîn. Evîn Cûma got divê alîkariyên pêwîst ji wan re pêşkêş bikin û wiha dewam kir: “Danîna ambargoyê li ser kampê di vê demê de pêvajoya xetereke pir mezin li ser penaberên di kampê de dike.”
‘DIVÊ AMBARGO RABE’
Evîn Cûma bang li rêxistinên pêwendîdar jî kir ku erkê xwe yê mirovî li beramberî kesên di kampê de bi cih bînin, ambargoyê rakin û xizmeta pêwîst pêşkêş bikin.
Li gorî rêveberiya kampê şêniyên kampê nêzî 12 hezarî ne. Digel ku kamp di binê çavdêriya komîseriya Neteweyên Yekbûyî de ye jî, ji sala 2015`an ve ti alîkarî û pêwîstiyên tenduristiyê ji bo kampê nehatine kirin.