Zekî BEDRAN
Di rojeva dinyayê de vîrûsa korona heye. Vîrûseke ku bi dest nayê girtin, bi çavan nayê dîtin gefê li dinyayê tevê dixwe. Artêşên mezin, çekên kîmyayî, sermayeya mezin û teknîk nikarin bisekinînin. Civak tev xistine nava pencên xwe, niha tedbîra herî baş tecrîd e. Ji mirovan re tê gotin, neyên cem hev, bi serê xwe bimînin nexwe hûnê jî pê bikevin û belav bikin. Ka wê kengê dermanê wê peyda bibe û bidin mirovan ew jî nayê zanîn.
Ji aliyê dewletan ve bi trilyonan dolar ji bo vê nexweşiyê tên veqetandin, lê çareyeke berbiçav nîne. Serokê IMF dibêje, ji niha ve aboriya dinyayê daketiye. Weke din diyar e ku wê bi milyonan xebatkar bêkar bimînin û rojên zortir li benda xizanan in. Ku evqas bandor li dinyayê tevê kiriye û dewletên mezin jî di girtina tedbîran de zorê dikişînin, rewşa gelên xizan xerabtir e. Jixwe li deverên weke Kurdistan û Sûriyê ku rewşa şerekî giran û zordestî heye, xizanî pir û civak nikarin debara xwe bikin, divê pirtir vê mijarê cidî bibînin. Êdî tê zanîn ku li deverên weke Nisêbîn, Mêrdîn û deverin din vîrûs belav bûye. Sînorên welatên weke Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê weke moxilê ne. Li gelek deveran derbasbûn çêdibe.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha têkildarî vîrûsa koronayê ti bûyer neqewimîne. Lê ev nayê wateya ku hîç nebûye, yan wê nebe. Ji bo wê divê gelên herêmê bi cidiyeteke pir mezin tedbîrên xwe bigirin. Lewre li van herêman teknîk, tedawî û derfetên tenduristiyê bi têrayî nînin.
Hin tedbîran Rêveberiya Xweser digire. Heta ku ji destê wê tê bi têkiliya bi rêxistinên navneteweyî re hewl dide piştgiriyê bistîne û dixebite tedbîrên parastinê xurttir bike. Divê bûtçeya di destê xwe de û çavkaniyên aboriyê bixe xizmeta gel û pêwîstiyên civakê yên mecbûrî pêk bîne. Qedexeya derketina derve hat ragihandin. Mirov weke berê nikarin tev bigerin û bixebitin. Kesên xizan û yên nikarin bixebitin di warê aborî de wê zehmetiyê bikişînin. Rêveberî mecbûr e pêwîstiyên wan pêk bîne û destekê bide wan. Lê xebata destpêkê bê kirin, xebata li hemberî vê nexweşiyê ye. Ti kes nikare bêje, nexweşî pir belav nebûye nexwe em weke berê tev bigerin. Lewre eger nexweşî carekê belav bibe wê encama wê pir giran be. Eger em bala xwe bidinê welatên weke Îspanya û Îtalya di girtina tedbîran de derang man. Ji ber wê niha yên herî zêde êşa wê dikişînin ew in.
Li Tirkiyê jî ku vîrûs wiha bilez belav bû, ji ber bêcidiyeta hikumetê ye. Di rewşeke wiha de 20 hezar mirov şandin umreyê. Ew vegeriyan û li welat belav kirin. Weke din bi dehhezaran mirov ji Ewropa û welatên din ketin Tirkiyê. Seferên bi balafiran dereng hatin sekinandin. Îtalya û Îspanya maçên futbolê domandin. Bi hezaran heskiriyên sporê çûn gelek bajar û welatan. Di vegerê de li her deverê belav bûn. Ev vîrûs ji mirov derbasî mirov dibe. Çiqas tevger û têkilî kêm bibin wê belavbûna vîrûsê jî ewqas kêm bibe. Rêveberiya Xweser jî ders ji wan girt û qedexeya derketina derve ragihand. Guhdana biryarê hinekî heye. Lê hê gelek mirov ne di ferqa cidiyeta vê nexweşiyê de ne. Çawa ku em di nûçeyan de jî dişopînin, li deverên weke Kobanê û Amûdê qedexeya derketina derve baş pêk nayê. Ev jî xeterê bi xwe re tîne.
Dibe ku bêjin xizanî heye, em neçar in bixebitin. Helbet xizanî rewşeke zor e. Lê dema mirin jî bikeve serê, wê malên xizanan bibin malên şînê. Divê destûr ji vê re neyê dayîn. Divê gel tenduristiya xwe li pêşiya her tiştî bigire. Divê xwe bidisiplîn bike û li gorî şiyariyên pisporên tenduristiyê tev bigerin. Paqijî û kêmkirina têkiliyan li pêşiya her tişît ye. Weke din dem ew dem e ku li hemberî xizaniyê em hevkariyeke civakî ya mezin nîşan bidin. Divê komîn û meclis bilezûbez bikevin tevgerê, rêveberiyên xweser bi kordîne bixebitin û ti kes li navê neyê hiştin. Ka rewşa kê çawa ye, pêwîstiya kê bi alîkariyê heye, divê bên diyarkirin û alîkariya pêwîst bê dayîn. Eger her meclis û komîn, saziyên têkildar, kesên berpirsiyar bi disiplîn û birêxistin bixebitin, wê pêşkêşiya rêxistineke mezin û mayîn de bikin. Civak bi rêxistinên xwe û hêzên xwe yên dînamîk dibin civak û demokrasî pêş dikeve. Ev pir girîng e; bê ku xwe bispêrin dewletê civakîbûn û rêxistin pêk tên. Nêrînên wan, bawerî û çandên wan cuda bin jî di nirxên mirovatiyê de, di jiyana hevpar de û di hevkariya civakî de hebûna xwe diyar dikin.
Ji niha ve nirxandin tên kirin; dibêjin piştî vîrûsa korona wê li dinyayê çi bibe, ber bi kû ve biçe. Eger di çarçoveya me gotî de hereket bê kirin, civakîbûn û hevkariya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê ji bo paşrojê bibe model. Wê paşroja mirovatiyê ne li ser xwespartina serdestiya mêr, cudabûn, xerabkirina xwezayê, çek û şeran be. Ji qirêjkirina hewayê heta fêkiyên bihormon, jiyana mirovan ya xwezayî bi têrayî hat xerabkirin. Jixwe ev nexweşî û ev bela ji van tiştan derdikevin. Ji bo wê divê gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di asta herî jor de di nava hevkarî û disiplînê de bin.






