Li Kobanê roja Duşemê jina bi navê Emîha (21) xwe kuşt. Kongreya Star derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û bang li saziyên pêwendîdar kir ku berpirsyarên vê bûyerê werin darizandin.
Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:
“Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro ji bo bidestxistina mafên jinan ên azadî û wekheviyê bêguman têkoşînek tê kirin, lê tevî vê têkoşînê, di encama zîhniyeta civakî ya serdest a li ser jinan û zewaca di temenê piçûk de, di binê navê urf û adet û kevneşopiyên civakê de hê bûyerên kuştin û xwekuştinê tên serê jinan.
Îro dîsa li Kobanê jina bi navê Emîha ya 21 salî de xwe kuşt. Jin ji ber kevneşopiyên xerab çareseriyê di xwekuştinê de dibînin. Ev xwekuştin li cem civakê jî tiştekî rewa ye, lewre hê wek namûs li jinan tê nêrîn û ti deng ji civakê nayê.
Em tevgera jinan Kongreya Star vê li ser jiyana jinan xeter dibînin. Em dibînin ku kiryarên kuştin û xwekuştinê pir zêde bûne û jin ji mafê xwe yê xwezayî yê jiyanê tên dûrxistin. Em xwekuştin û kuştina jinan di bin çi navî de dibe bila bibe, şermezar dikin. Divê jin neyên kuştin û xwe nekujin. Daxwaziya me ji saziyên pêwendîdar û tevayiya rêxistinan heye ku kujer û berpirsyarên vê xwekuştinê hesabê vê kuştinê bidin û mafê jinan yê jiyanê were parastin.”