Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tişta ku Tirkiyê li Idlibê hêvî dikir nedît

30/03/2020
in Uncategorized
A A
Tişta ku Tirkiyê li Idlibê hêvî dikir nedît
Share on FacebookShare on Twitter

CÎHAN BÎLGÎN-ANHA


Lêkolîner Hamîde Yigît diyar kir ku tişta ku Tirkiyê li Idlibê hêvî dikir nedît, di polîtîkaya Idlibê de tenê ma û got “Tirkiye neçar e ku Heyet Tehrîr El-Şam ji holê rake, lewre soza wê daye.”

Nivîskar û lêkolîner Hamîde Yigît geşedanên li Idlibê û polîtîkayên dewleta Tirk ên ji bo herêmê ji ANHA’yê re nirxandin.

Hamîde Yigît di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Her ku diçe pirsgirêka Idlibê tevlihevtir dibe. Dewleta Tirk hewl da Emerîka, Yekîtiya Ewropa û NATO bixe nava pirsgirêka Idlibê. Lê wisa nebû. Tirkiye wê di pêvajoya bê de navê Heyet Tehrîr El- Şam (HTŞ) biguherîne, lê wê ev neyê wateya ku ji binî ve ji holê rabûna komên radîkal. Ji ber wê ew komên radîkal ên ku heta niha Tirkiyê desteka wan dikir, wê ji Tirkiyê re jî bibin pirsgirêkeke cidî.”

‘BICIHBÛNA ÇETEYAN LI SER RIYA M-4 WÊ JI TIRKIYÊ RE BIBE PIRSGIRÊKEKE CIDÎ’

Hamîde Yîgît, lihevkirina 5’ê Adarê ya di navbera serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn de ku li Moskovê pêk hat, bîr xist û wiha axivî: “Tirkiye neçar e li gorî lihevkirinê tev bigere. Di vê rewşê de tevgera  li gorî pêwîstiyên lihevkirinê ji Tirkiyê re zehmet e. Ev komên radîkal ên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên kontrolkirin, di rastiyê de Tirkiye dibêje qey wan kontrol dike. Lê kontrolkirina wan ne hêsan e.

Bicîbûna van koman li ser riya M-4 wê ji Tirkiyê re bibe pirsgirêkeke cidî. Di serî de HTŞ, komên din ên radîkal jî diyar kirin ku li gorî protokolên lihevkirina Rûsya-Tirkiyê tev nagerin. Di bingeh de ev derveyî peymanê ne û jixwe nexistine nava agirbestê. Lê dîsa jî ev komên ku Tirkiye wan kontrol nake, daxuyaniya wan a ku li gorî protokolê tev nagerin, nefesek da Tirkiyê.”

Yigit axaftina xwe wiha domand: “Tirkiyê, derxistina komên radîkal ji ser riya M-4 û birina wan ber bi bakur ve girt ser xwe. Lê ev ne karekî wisa hêsan e. Ji ber wê jî van koman pêvajoyeke bi şer anî ziman. Dema ev wisa bû, Tirkiye jî ji barê ku nedikarî rake, kêm be jî xilas bû. Tirkiye wê dîsa ji bo programa derxistina van koman bi Rûsya re hevdîtinê çêke. Ji ber van pêşketinan ev rê vekir.”

‘TIRKIYE LI IDLIBÊ DI NAVA NAKOKIYÊN CIDÎ DE YE’

Hamîde Yigit bîr xist ku dewriyeyên hevpar ên ku biryar hatibû dayîn li Idlibê bên avêtin, hatin astengkirin û wiha got: “Em nikarin bibêjin dewriyeyên hevpar ên heya niha serkeftî ne. Dewriyeyên demkurt hatin avêtin. Dema dewriyeyên destpêkê hatin avêtin, li hember konvoya artêşa Tirk êriş çêbû. Li wir 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Tirkiyê diyar nekir ka ev êriş ji aliyê kê ve çêbûye. Lê ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku ew komên radîkal ên ku Tirkiye ji bo wan bûye mertal, ev êriş kiriye. Ji ber vê jî karê Tirkiyê zehmettir dibe. Tirkiye rasterast ji wan koman re dibû mertal. Niha jî ji nişka ve li dijî wan sekinîn, pir zehmet e.

Post Views: 97
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.