Platforma Yekîtiya Jinén Kurd, ji ber vîrûsa korona, di medya civakî de daxuyanî niîskî da û bang li Gelê Kurdistanê kir ku her kes xwe biparêz û ji malên xwe dernekevin.
Platforma Yekîtiya Jinén Kurd, ji bo parastina ji vîrûsa korona bang li her kesî kir û xwest xwe biparêzin û ji malên xwe dernekevin. Platformê diyar kir ku ji ber belavbûna vîrûsê bi riya medya civakî daxuyaniyê didin. Platformê di daxuyaniyê de wiha got: Ji bo vîrûsa korona ku li seranserê cihané belav bûye, em bang li gelên Kurdîstanî dikin. Eger hûn ji xwe, malbata xwe, ji mirovayiyê hes dikin xwe biparezin. Ji mala xwe dernekevin. Malbat ú cîran dikarin alikariya hev bikin ú li hev xwedî derkevin, moralê bidin hev. Hêviya me ew e ku van rojên teng bi tenduristî derbas bibin û hev himbêz bikin.
Em jinén kurd bang li dînamîkan tevan û berpirsyarên dewleta Tirk dikin ku zindan nebin goristana mirovayiyê. Ji bo yên di zindanan da ne em azadiyê ji wan re dixwazin. Em ji kesên bi vîrûsa Korona ketî re şîfayê ji kesên mirîn re rehmê ji malbatên wan re sebrê dixwazin.