Roja Yekşemê saet 22:00`yan çeteyên DAIŞ`ê yên li Girtîgeha Sîna ya li Taxa Xiwêranê ya Hesekê xwestin birevin. Hêzên ewlekariyê yekser li herêmê belav bûn û Hêzên Antîterorê jî girtîgeh dorpêç kirin. Balafirên Koalîsyona Navdewletî jî li raserî bajêr geriyan.
Di vê mijarê de û ji bo zelalkirina bûyera li girtîgehê, gerînendeyê girtîgehan ku bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê ji 50 welatên erebî û biyanî lê ne, Rûbar Hesen li qada girtîgehê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Rûbar Hesen diyar kir ku çeteyan destpêkê xwest bi Koalîsyona Navdewletî û komîteyên hiqûqnas re bicivin, pişt re 2 kamerayên çavdêriyê şkandin. Rûbar Hesen diyar kir ku çeteyan deriyên girtîgehê şkandin, paşê dîwarên odeyên girtîgehê bi hev ve girê didin, şkandin.
Rûbar Hesen got. parastina van çeteyan ne erke QSD`ê tene ye, di heman demê de erkê Koalîsyona Navdewletî ye jî. Lewre ji 50 welatên biyanî hatine û ti kes ji van welatan destekê nade.