Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir ku berî ku dereng bikeve alavên pêşîgirtina li vîrûsê ji bo sed hezaran kesên muhtaç ên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin şandin.
Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê wiha ye:
“Weke tê zanîn vîrûsa Korona (Covîd-19) bi lez li cîhanê belav dibe. Ji wan deverên vîrûs lê belav bûyî, welatên cîranên Sûrî, Lubnan, Urdûn, Iraq û Tirkiyê ne. Ji ber wê xeter heye ku vîrûs derbasî nava Sûrî jî bibe. Bêguman wê e bandorê li Rojavayê Kurdistanê jî bike.
Di rewşa heyî de li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriye bi sedhezaran kesên ji ber dagîrkeriya dewleta Tirk ji cih û warên xwe bûne û li kampan dimînin. Ji ber rewşa giran koçber nikarin xwe li hemberî vîrûsê biparêzin. Ji ber wû xetera li ser wan zêde ye.
Mîna gelek deverên cîhanê, li Rojava jî ji bo xweparastina li hemberî Korona, mirov ji malên xwe dernakevin, xebat li saziyan hatîn betalkirin û deriyên dibistan û zanîngehan hatine girtin. Lê tevî van tedbîran jî xetera belavbûna vîrûsê li herêmê zêde ye.
Li hemberî vê pirsgirêkê, rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîsyona Tendirustiyê banga hişyariyê li Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî kirin da erkên xwe bicih bînin.
Em Heyva Sor a Kurdistanê, bang li aliyên pêwendîdar dikin ku li hemberî belavbûna Vîrûsa Koronayê, destekê bidin Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.