Jeolojîst bi ser pêşiyê herî pêşî yê zindiyan ve bûn. Ev zindî dişibe kurmikekî piçûk ku bi qasî liba birincê mezin bûye. Ev zindî ku navê ilmî Ikaria wariootia lê hatiye kirin, organîzmaya yekê ya du seriyên wê hene, berê wê û pişta wê heye, du aliyên wê yên sîmetrîk hene, her du devên li seriyên wê bi rûviyekê bi hev ve girêdayî ne.
Ew ji fosîlên Edîakarayî ye û di nava beşên kevirbûyî yên li Awustralyayê di binê behrê de hatiye dîtin. Dirêjiya wan di navbera 2 heta 7 mîlîmetreyan de diguhere; ya herî mezin bi qasî libeke birincê ye. Bi her halî wisa xuya ye ev zindî berî 500 milyon salî weke zindiya yekê diyar e û bi vî awayî di nava dara beridînê de mirov jî tê de, dibe pêşiyê me hemûyan.