Sozdar Ehmed diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji qutkirina ava stasyona Elûkê derxistina tevliheviyê ye û got, em li çavkaniyên alternatîf ji stasyona Elûkê re diğerin û wê di demeke nêz de çareserî bê dîtin.
Artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ qutkirina avê li ser bajarê Hesekê û navçeyên wê dewam dike.
Ji destpêka dagîrkirina bajarê Serê Kaniyê ve cara sisiyan e ku dewleta dagîrker û çeteyên xwe avê ji ser bajarê Hesekê û navçeyên wê qut dike.
Di rewşa herêm tê re derbas dibe de û xetera belavbûna Koronayê, wê qutkirina avê keraseteke mirovî bi xwe re bîne û wê nêzî milyon û nîv kes ji avê bêpar bimînin.
Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir ku 21ê Adarê artêşa Tirk a dagîrker di mehekê de cara duduyan e ku avê ji ser bajarê Hesekê û navçeyên wê qut dike û got di navbera Rûsya û Tirkiyê de gelek civîn çêbûn lê ti guhertin çênebûn.
Sozdar Ehmed da zanîn ku tevî xebitandina stasyonê ji bo demeke kin ji 24`ê Sibatê ve planên rewşên awarte amade dikin û wiha dewam kir: “Em li çavkaniyên alternatîf digerin. Me yekser li hin cihan dest bi hin planan kir. Wê di demeke nêz de çareserî bê dîtin. Emê bi sahrîcan avê li şêniyan belav bikin.”