Li kantona Şehbayê, bi çavdêriya Heyva Sor a Kurdî ji bo parastina ji Koronavîrûsê maske tên dirûtin. Wê mask li welatiyên kantona Efrîn û Şehbayê bên belavkirin.
Koronavîrûs li gelek welatan bi lez belav bû. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsê rêzetedbîrên xweparastinê girtin.
Li rex wê jî Heyva Sor a Kurdî a kantona Efrînê çavdêriya werşeyeke dirûtina maskeyan ya li gundê Babinisê yê kantona Şehbayê dike.
Di werşeyê de 40 karker dixebitin. Bi zêdebûna daxwaziya maskeyan, werşeyê saetên xebata xwe kirin 13. Karker rojê li derdora 5 hezar heta 6 hezar maskeyan didirûn.
Tîmên Heyva Sor a Kurdî piştî pakkirina maskeyan, rojane wan li welatiyên kantona Efrîn û Şehbayê belav dike.
Girêdayî mijarê endamê Heyva Sor a Kurdî a kantona Efrînê Musa Mihemed got, rêxistinên cîhanî rewşa herêmê paşguh dikin. Ji ber wê û ji ber belavbûna vîrûsa Korona em neçar man maskeyan bixwe çêkin. Rojê bi hezaran maske tên çêkirin. Li derdora 40 karkerî di werşeyê de kar dikin.