Endama Konseya Rêveber a PYD’ê Hediye Yûsif diyar kir ku di demekê de ku dinya hemû li dijî şewba vîrûsa koronayê têdikoşe dewleta Tirk êrîşî Rojava û Şehbayê dike û got ji bo parastina gelê Rojava me derfetên xwe hemû seferber kirine.
Endama Konseya Rêveber a PYD’ê Hediye Yûsif li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şehbayê û metirsiya vîrûsa koronayê ya li ser herêmê ji ANF’ê re axivî. Yûsif diyar kir ku kaosa sîstema kapîtalîst êdî gihîştiye asta herî bilind û bîr xist ku dinya hemû niha bi vîrûsa koronayê ve mijûl e.
Yûsif bal kişand ser metirsiya belavbûna vîrûsê li welatên Rojhilata Navî û got, di heman demê de li Rojhilata Navî şer diqewime. Mirin, talan û koça ji ber şer vê carê bi belavbûna vîrûsê re wê jiyanê bi temamî felc bike. Eger ev vîrûs li Rojhilata Navî belav bibe wê gelek welatan pir lawaz bike. Mînak; Îran di nava ambargo û dorpêça aboriyê de bû. Niha bi vîrûsê re têdikoşe. Pêşdîtina me ew bû ku ji ber dorpêça leşkerî, siyasî, aborî û civakî ya li ser Îranê, li Îranê wê teqîneke civakî pêk were. Texmîna me bi vî rengî bû. Şoreşeke civakî li Îranê pêkan bû. Lewre Îran ji aliyê civakî ve xitimîbû. Lê belê vê vîrûsê siyaseta derve ya Îranê felc kir û ev rewş wê Îranê gelek lawaz bike.”
TIRKIYEYÊ PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎ
GIRANTIR KIRIN
Hediye Yûsif da zanîn ku Tirkiyeyê bi hêza xwe hemûyî pirsgirêkên li Rojhilata Navî girantir kirin û got, bi vî rengî bawer dikir ku projeya Osmanî pêk bîne. Zemînê krîza li Sûriyê xurtrir kir. Li welatê xwe teror kir, çete li welatê xwe perwerde kirin. Bi riya wan êrîşî Sûriyê û welatên cuda kir. Bi rengekî pratîkî ket nava Lîbyayê. Tirkiye niha bi krîzeke mezin re rûbirû ye. Tirkiye wê bi çi rengî xwe xurt nîşan bide? Bêguman bi şer û dijwariyê wê hewl bide xwe ji nava krîzê derxe. Vîrûsa koronayê li Tirkiyê belav bûye, di pirsgirêka Sûriyê de xitimiye, pirsgirêka Idlibê, ya çeteyan, windayiyên xwe yên li Lîbyayê wê çawa çareser bike? Ji ber wê Tirkiye gelek lawaz bûye. Tevî vê jî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li nava Girê Spî, Serê Kaniyê û Efrînê êrîşî gelê sivîl dike. Koçberî dewam dike. Hewldanên xwe yên ji bo guhertina demografiyê didomîne. Êrişên xwe yên li Şehbayê dewam didomîne. Li Bakurê Kurdistanê êrîşî şaredariyên bi îradeya gel hatîn hilbijartin dike. AKP hewl dide bi siyaseta şidetê Tirkiyê bi rê ve bibe.
Hediya Yûsif herwiha bi navê penaberên li Şehbayê bang li saziyên tenduristiyê yên navneteweyî kir ku ji bo nexweşî belav nebe piştgiriya wan bikin. Herwiha bang li gelê Kurd jî kir ku piştgiriya wan bikin.