Farûk SAKIK
Sala 2014an dijminatiya dewleta Tirk ya li ser Kurdan a dîrokî bê navber dewam dikir.
Hikumeta ku destekî xwe ji bo ‘hevdîtinên aştiyê’ dirêj dikir, bi destê xwe yê din jî amadekarî ji êrîşan re dikir.
Di civîna Desteya Ewlekariya Bilind (MGK) a 30’ê Cotmeha 2014’an de ‘pêvajoya diyalogê ya 3 salan qedandibû.
Sala 2015an şer da destpêkirin û dest bi polîtîkaya ‘tinekirinê’ kir. Bi ‘Plana Têkbirinê re bi her awayî êrîş bir ser Kurdan.
Gava destpêkê ya van êrîşan jî tayînkirina qeyûman li Şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bû. Di sala 2016 an de ji sedî 90ê hevşaredaran hatin destgîrkirin. 56 hevşaredar hatin girtin. Hevşaredarên ku hatin berdan jî demeke dirêj darizandinawan dewam kir.
Israra kurdan ya şaredariya jî dewam dikir. HDP di hilbijartinên 31 Adara 2019an de bi serkeftî derketibû. Lê erîşa AKP’ê yên li dijî şaredariyan jî di heman demê de dest pê kir. HDP’ê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de 3 şaredariyên mezin, 6 bajar, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibûn.
Di destpêkê de 3 şaredariyên mezin, Amed, Wan û Mêrdîn bûn hedefa wan. Pişt re erîşan dewam kir. Yek bi yek şaredariyên HDPê dihatin desteserkirin.
Piştî ku qeyûm li şaredariyan hatin bicihkirin, polîtîkayên inkar û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk derketin asta herî bilind. Qeyûman wek karê destpêkê, tabelayên bi Kurdî yên bi şaredariyan ve, daxistin. Pişt re navên Kurdî yên li park, kolan û bûlwaran guhertin.
Gelek karkerên şaredariyan ji kar hatin derxistin. Li şûna wan kadroyên xwe bi cih kirin.
Qeyûmên li şaredariyan hatîn bicihkirin, li gorî biryarên otorîteya dewletê tevgeriyan. Encûmen hemû bê bandor kirin û biryarên xwe pêk anîn. Ji ber ku ji karên şaredariyê fêhm nedikirin, projeyên şaredariyên HDP’yî dizîn û li gorî xwe bi cih anîn.
HDP li ser qeyûman, derxistina ji kar a encûmenan û girtina hevşaredaran ket nava hewldanên hiqûqî. Lê ji ber Rewşa Awarte û biryarnameyan, ji serlêdanên hiqûqî ti encam nedigirtin.
Sala 2020an li cîhanê kareseteke mezin bi navê ‘vîrûsa korona’ belav bûbû.
Cîhan hemû li dijî vîrûsa korona ku gefên mezin li mirovahiyê dixwe, li bergiriyên cuda yên têkoşînê digeriyan. Lê desthilatdariya Tirkiyê, li dû hesabên cuda ketibû.
Şaredariyên di dest HDPê de mayîn jî, ji bo alîkariyê bidin gel û gel ji vê virûsê biparêzin di nava hewldanan de bûn.
Lê di demeke wisa de vîrûsa faşîzma AKP’ê li Kurdistan belav bû. Ev desthilatdarî li hemberî talûkeya ku mirovahî dixe nava xetereke mezin jî, li ser bekaya xwe tenê difikirî.
Vê desthilatdariya faşîst, ne gel, serdestiya xwe tercîh kiribû. Pîvanên mirovahiyê tev danîbûn aliyekî û sibeha 23yê Adarê şaredariyên HDP’ê yên Batman, Farqîn, Lice Norşîn, Ciwanika û Erxeniyê desteser kirin û qeyyûm li ser şaredariyan peywîrdar kirin.
Polîsan dora avahiyên şaredariyan girt û destûr nedan ku ti kes bikeve şaredariyan. Desthilatdariyê êrîşî gel dikir û tenduristiya gel dixist talûkeyeke mezin.
Li gel desteserkirina şaredariyên dawî, 3 şaredariyên bajarên mezin, 2 bajar, 31 navçe û 3 bajarok bi qeyûman hatin desteserkirin. Niha di bin rêveberiya HDP’ê de 21 şaredarî mane.
Lê li hemberî her du vîrûsan jî têkoşîna Kurdan dewam dike. Şaredariyên HDP’ê yên ku hê desteser nebûne, ji bo gel ji vê karesetê biparêzin di nava hewldanan de ne.






