Sîpan Şînda
Heçî ol in, mirov dikare bêje himge dîroka mirovayiyê kevin in. Ji roja mirovayî derketî û heta îro, mirovan ji xwe re bawerî çêkirine û li gorî baweriya jiyana xwe domandine. Olan, ji bo ku mirov jiyaneke rast û qenc bijîn û ji xirabiyan dûr bikevin hinek rêgez danîne û dibêjin divê bawermend li gorî van rêgezan bijîn. Exlaq ji pergala pîvana nirxên “qencî” û “xirabî” û “başî” û “nebaşî”yê ye. Ev tê çi wateyê gelo? Ev tê wateya ku tişta civak bi gelemperî erê dike û giranbiha dibîne exlaqî ye. Tişta ku civak erê nake, dijî nirxên civakê dibîne neexlaqî ye. Belê, her olekê li gorî eqîdeya xwe rêgezên exlaqî ji bawermendên xwe re çêkirine. Mirov berê xwe bide kîjan pirûka pîroz, mirov dikare wan bi awayekî eşkere bibîne. Weke exlaqê takekesî, yê malbatî, yê civakî… Jixwe pirtûkên olî jiyana kes û civakê li ber çavan digirin. Her çenda di nava exlaq û ol de gelek tiştên dişibin hev hene, lê car car nakokî jî di navbera wan de hene. Li gorî olan, tişta ku exlaqî, jiyana li gorî rêgezên olî ye. Li gorî wan, kesên ne bawermend bin, nikarin bi exlaqî jî tevbigerin. Gelo ev tiştekî rast e? Nexêr. Mirov dikare bi hezaran mînakan bide ku kesên ne bawermend jî gelek bi exlaqî tev digerin û tiştên exlaq li ser seran digire dikin. Di vir de wijdan derdikeve pêş. Wijdan, mekanîzmaya hestên manewî ya ku lebatên mirovî yên exlaqî bi rê ve dibe ye. Ev weke mekanîzmayeke oto-kontrolê ye.
Wijdan parêzera nirxên exlaqî ye. Kesên biwijdan, dikarin bi exlaqî jî hereket bikin. Lê kesên bêwijdan, sed caran bawermend û oldar bin jî, nikarin bi exlaqî tev bigerin. Wijdaneka pak û saxlem mirovî payebilind dike. Lê wijdaneka qels û li ser berjewendiyan, mirovî hem ji olê dike û hem ji exlaq û civakê dûr dixe. Weke wî melayê di axaftina xwe de dibêje “newroz heram e!” Gelo mirov dikare vê gotinê di kîjan exlaqî û wijdanê de bi cih bike? Di olê de ti ayat û hedîs nînin ku Cejna Newrozê heram dikin. Di exlaq de jî riya vê gotinê nîne. Jixwe wijdan vê gotinê ji binî qebûl nake! Ew kesê vê gotinê dibêje, xwe oldar û zanayê olî nîşan dide. Lê wî ti behra xwe ne ji olê girtiye, ne ji exlaq. Heke hinge serê derziyê wijdan pê re hebûya, li himberî gelê xwe ev bêexlawî nedikir. Kesên zimanê xwe dirêjî cejin û pîroziyên neteweya xwe dikin, ew bêexlaqiya herî mezin dikin. Kesên zimanê xwe dirêjî cejna gelê xwe dikin, niha zimanê xwe dirêjî şehîdên wî gelî ji dikin. Lê ew nizane ku ew bi saya serê wî gelî û şehîdan, agir û şahiya Newrozê îro bi awayekî azad dijî. Belê her çenda di nava ol û exlaq de cudayî hebin jî, hevbeşiyên wan pirtir in. Armanca sereke ya her duyan jî şadkirin û dilxweşkirina microvan e. Lê armanca hinek kesan neyartiya Kurdan û xizmeta neyarê wana ye.






