Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li hemberî nexweşiyên vegirtinê pêwîstî bi tevgera bizanebûn heye

25/03/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Koronavirûs li dinyayê bi lez belav bû. Halê hazir rojeva dinyayê ya herî girîng korona û tedbîrên li hemberî wê ne. Ji ber ku tenduristiya gel elaqedar dike, paşguhkirin, yan sivikdîtin wê windayiyan pirtir bike. Bi qasî ku tê dîtin civaka Çînê dereng hat agahdarkirin. Wisa tê fêmkirin ku destpêkê veşartine. Îranê jî heman tişt kir. Ji ber wê windayiyên wan jî zêde çêbûn. Piştî ku civaka Çînê hat agahdarkirin û tedbîr hatin girtin, vîrûs ket binê kontrolê.
Wisa tê fêmkirin ku Ewropiyan jî derbarê tedbîran de hinekî dereng mane. Bi taybetî li Îtalya mirî pir dibin. Li welatên weke Emerîka jî mirinê dest pê kir. Li dinyayê bi lez belav dibe. Gelak welatan sînorên xwe girtin. Derketina kolanan qedexe dikin. Çiqas tevger kêm bibe, çûnhatin çiqas kêm bibe, belavbûn jî wê ewqas kêm bibe.
Pisporên vê nexweşiyê bênavber daxuyaniyan didin. Digel tedbîran zanebûna civakê û hevkarî pir girîng e. Ev mijar ne karekî wisa ye ku bi hêviya hikumetan, bûrokrasiyê û nexweşxaneyan tenê ve bê hiştin. Bi sedhezaran bi vê nexweşiyê ketine û belavbûn dewam dike. Ji bo wê divê civak guhê xwe bide şiyariyan û bidisiplîn tevbigere. Paşguhkirin û sivikdîtin wê windayiyan pirtir bike.
Li herêmên weke Rojava derfet bisînor in. Kontrolkirina sînoran zor e. Derbasbûna ser sînoran re bi qaçaxî pir e. Sûriye di binê ambargoyê de ye. Weke din welat bi giranî hilweşiyaye. Gelek mirov li kampan û di çadiran de ne. Weke din gelek mirov xizan in û li derdoran bi cî bûne. Çûnhatina di navbera herêman de pir e. Ji bo tedbîrê Rêveberiya Xweser ji 23ê mehê ve qedexeya derketina derve ragihand. Dibe ku hin tedbîr jî dereng mabin. Li aliyê din rêveberiya Şamê û Rêveberiya Xweser ti planên hevbeş amade nekirine. Ka kî kîjan herêmê bi rê ve dibe, li gorî xwe tedbîran distînin û planan çêdikin.
Çawa ku tê dîtin xeter hevbeş e. Ji ber ku pirsgirêk biyolojîk e, li koka mirovan, sînorên wan û li rewşa wan ya aborî nanêre. Mirov tev di hedefê de ne. Ji ber wê pêwîstî bi parvekirina zanebûnê û tecrûbeyên hevbeş heye. Wisa tê fêmkirin ku di nava tedbîran de mijara herî girîng paqijî ye. Lê mirovên xizan pir in. Pêwîstî bi amûrên paqijiyê, ava paqij û xwarina sîstema parastinê xurt dike heye. Ji bo wê divê em giraniyê bidin hevkariya civakî.
Îranê diyar kiribû ku wê biryara valakirina girtîgehan bide. Hat gotin bi dehhezaran mirov hatine berdan. Girtî bin jî li hemberî jiyana mirovan dewlet berpirs e. Eger tedbîrên pêşîgirtina li nexwşiyê tinebin, dewlet nikare bêje bila di hundir de bimirin. Niha li Tirkiyê jî rewşa girtîgehan tê nîqaşkirin. Lê AKP û MHPê berê dixwestin kesên derdorê xwe berdin. Li ser bertekên partiyên din, pirsgirêk li paş xistibûn. Niha ji wan re firset derketiye. Dibêjin em kesên ji terorê di hundir de bernadin. Tê dîtin di nexwşiyê de jî ka çawa bi dijminî tevdigerin. Halbiku vîrûs cudabûnê nake. Welat û sînoran nas nake. Lê cudabûn û dijminiya AKP û MHPê ewqas kûr bûye ku derbarê nexweşiyê de jî dibêjin; yên ne ji me bin bila bimirin.
Li Tirkiyê girtîgeh tijî bûne û rê di wan de nemaye. Eger nexweşî bikeviyê wê bibe felaketeke pir mezin. Li Emerîka vîrûs ketiye girtîgehekê. Ji ber wê divê derdorên demokratîk, xizmên girtiyan û hêzên li derveyî hikumetê giraniya xwe bidin vê mijarê.
Wisa tê fêmkirin ku wê sîstema kapîtalîst bi berfirehî were nîqaşkirin. Dibe ku ev nîqaş kapîtalîzmê nesekinînin, lê wê were fêmkirin ku ne qedera civakan e jî. Bi milyonan mirov ji xweza û axê qut kirin û di bajaran de li ser hev kom kirin. Xwarina xwezayî nehiştin.
Xwerek û xwarinên li mexazeyan tên firotin, pirê wan bi hormon in. Bidestxistina perayan ketiye pêşiya her tiştî. Wêrankirina xwezayê sînoran nas nake. Felaketeke ekolojîk heye. Li bajarên mezin gemara hewayê û ya qelebalixê weke kabûsê bi ser civakê de xwe berdide. Li şûna edalet, hevkarî, wijdan û parvekirinê, insan bûye gurê insan. Tiryak, xumar û xerabûna exlaq nirxên mirovayiyê tevan serûbin dikin.
Nikarin hesabê krîza aborî ya ji ber koronavîrûsê derketî û windabûnên çêbûyîn tem derînin. Bi gotineke din jiyan disekine. Trên, balafir, erebe êdî weke berê ne di nava tevgerê de ne. Bihayê petrolê bi lez dadikeve. Kargeh tên girtin. Ji ber ku ciyên kar jî girtî ne, bi milyonan mirov bêkar dimînin. Ka wê kîjan fîrma yan dewlet iflas bike, eger niha neyê zanîn jî, rewşa serberjêr e.
Encam; pirsgirêk pirsgirêka mirovayiyê ye. Berî her tiştî divê mirov guhê xwe bidin tenduristiya xwe, tedbîrên tên girtin girîng bibînin û li gorî wan tevbigerin. Berê em bêjin can. Ji bo wê divê derfet û hewldan hevbeş bibin û ji nû ve em li xurtkirina civakîbûna xwe binêrin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.