Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zimanê me hebûna me ye

25/03/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê sibatê li dijî bîr û vîna Kurd e
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Kurdên Bakur û Rojhilat saleke din, bêyî perwerdehiya bi zimanê kurdî, bêyî xweprastina bi zimanê kurdî, bêyî nasnameya zimanê kurdî û bêyî hebûna statuya zimanê kurdî li paş xwe hişt.
Civaka kurd 21’ê reşemhê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, wekî her carê di bin zext, zor û qedexeyên li ser zimanê kurdî de pêşwazî kir. Ji ber wan zext û zordariyan ku civaka kurd 21’ê sibatê ji roja pîrozbahiyan zêdêtir wekî roja pêkanîna çalakî û aktîvîteyên li dijî zext û zordariyên ser ziman dibîne, wekî roja ku di asta herî jor de daxwaza zimanê xwe bike dibîne. Wekî her carê îsal jî bi çalakî û bernameyên cur bi cur hewl dide êş û jana dilê xwe ya sedan salan ragihîne hemû cîhanê.
Wekî ku tê zanîn her neteweyek xwedî zimanekî cuda ye, ango her neteweyek bi zimanê xwe heye. Neteweyeke bê ziman li ser erdnîgariya cîhanê tune ye. Ji ber tiştê ku netewebûnê pêk tîne ziman bi xwe ye. Heke ziman tine be, netewe jî tine ye. Ziman; ruh û giyanê neteweyê ye; felsefe û nexşerêya jiyanê û hîmê netewebûnê ye. Ji ber vê girîngiya ziman e ku dagirkerên Kurdistanê bi sedan sal in ji bo tinekirina zimanê kurdî çi ji destê wan hatiye kirine û dikin.
Dema ku ziman tinebe ne pêkan e ku mirov ji hev û din fêm bikin û bi hev re bijîn. Ji bo jiyaneke bi hev re ya mirovan, pêdivî bi ziman heye. Çawa ku ji bo bihevrebûna mirovan pêdivî bi ziman heye, wisa jî ji bo çêbûna civakan û neteweyan jî dîsa pêdivî bi ziman heye. Hemû taybetmendiyên neteweyî yên wekî orf û edet, nêrîna wê ya cîhanê, felsefeya wê ya jiyanê, baweriyên wê, hunera wê, kelepora wê ya dîrokî û hwd. hemû bi ziman pêk tên û di zimanê wê neteweyê de veşartî ne. Dema ku ziman nebe ev yek jî pêk nayên.
Zimanê hevpar xezîneya hestên neteweyî ye. Kesên ku di navbera xwe de bi heman zimanî diaxivin di navbera wan de hestên hevpar û neteweyî pêk tên. Ev jî dibe sedema hevgirtin û yekitiyeke xurt.
Civak û mirov bi zimanê xwe hene. Dema ku ziman ji dest hat girtin hebûna wê ji destê wê tê girtin. Lewre pişaftina civakan bi ziman destpê dike. Dagirker di serî de êrîşî ziman dikin. Armanca wan a sereke bêrûmetkirina ziman e. Mirov û civakên ku ji ziman û çanda xwe dûr ketin ji hemû tiştên xwe dûr dikevin û êdî nikarin wekî xwe bijîn. Nikarin wekî serdestên xwe jî bijîn, dibin qopyaya yekî din, an jî neteweyeke din. Dibin koleyên serdestên xwe.
Neteweyên ku zimanê xwe neparêzin û rûmet nedin zimanê xwe dê nikaribin xwe ji bandora çand û zimanên din ên serdest biparêzin. Bi demê re dê bêhemdê xwe bibin dîlên çand û zimanên din. Piştî ku bûn dîlên çand û zimanên din, dê ji çand û zimanê xwe dûr bikevin û bibin biyaniyên civaka xwe. Kesên ku bû biyaniyê civaka xwe dibin biyaniyên xwe. Lê nabe kesên ji çanda serdest, dibin kesên bê esil û bê kok.
Kesên ku bê kok û bê reh man û bûn biyaniyên hêza xwe ya cewherî, rûmeta xwe ya keseyatî, nirx û pîvanên xwe yên exlaqî û civakî hemûyan wenda dikin. Dibin kesên bê rêz û bê nirx û dikevin bin bandora derûniya xwebiçûkdîtinê. Baweriya ji xwe wenda dikin. Xwe wekî kesên kêrnehatî û bêşexsiyet dibînin. Êdî ne bi kêrî xwe tên û ne jî bi kêrî kesên din tên. Di keseyata wan de koletiya ji dil dest pê dike. Ev yek qonaxa dawîn a pişaftinê ye. Piştî wê qonaxê pêvajoya xwepişaftinê (oto-asîmîlasyon) dest pê dike. Bi destpêka xwepişaftinê re têgehên wekî azadî, serxwebûn û têkoşînê di rojeva wan de namînin. Êdî pêdiviya wan bi van têgehan tine ye.
Heke mudaxale neyê kirin û pêşî li rizîna civakî neyê girtin piştî demekê ji çand û zimanê xwe rev û nefret dest pê dike. Bi hezkirineke mezin berê xwe didin çand û zimanê serdestên xwe. Hewl didin bibin parçeyeke civaka serdestên xwe û wekî wan bijîn.
Hewce ye em jibîr nekin ku asta zimanê neteweyekê asta çand û şaristaniya wê neteweyê nîşan dide. Netewe çiqas zimanê xwe biparêze û rûmetê bide zimanê xwe û zimanê xwe dewlemend bike, şaristaniya wê neteweyê jî ewqas xurt û geş dibe. Her wiha neteweyek çiqas li zimanê xwe xwedî dernekeve û zimanê xwe bêrûmet bike şaristaniya xwe û kesayeta xwe jî bêrûmet û bênirx dike.
Bi kurt û kurmancî, heke zimanê me hebe em ê jî hebin, heke zimanê me bi rûmet be em ê jî bi rûmet bin, heke zimanê me xurt be em ê jî xurt û serbilind bin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.