Medeni FERHO
Aktorê herka dîrokê aqilê mirov e. Dibêjin, lê, sîstema kapîtalist aqilê mirov dîl girtiye.
Endûstrîyalîzmê, li gel milîtarîzmê, burjuwazî û arîstokrasî, endûstrî, zanist û civak tev dîl girtine, qan
nên xwezayî berteref kirine, tez û antîtez li gorî xwe qaz kirine, baskên çandê, bi taybetî dîrok û sosyolojî kirine xizmeta îdeolojiya xwe.
Îdeolojiya kapîtalîzmê, ji nasname, nirx û pîroziyên insanî dûr e, mirovahiyê sêwî dike, bê binyat dike. Di cîhaneke wilo de, her dem “maske” hene. Du maske ji bo me girting in: Maskeya durûtiyê û maskeya ku îro, ji bo vîrûsa korona ketiye rojeva mirovaniyê. Piştî gefa vîrûsa korona jî, cîhaneke bi maske derket holê.
Balkêş e; zanyarên cîhanê jî di nav de, feylesof, sosyalîst û komunîst, li ser maskeya durûtiya sîstemê ranewestin: Vîrûsa korona, encama vê durûtiyê ye û balê nakişînin ser “dabbetûl arz”a ku ahenga civakan xera dike!..
Dîrokzanê Israîlî Yuval Noah Hararî jî, nû nû dibêje; “Her cure hiyerarşiya civakî, têkiliya bi xwezayê re xera kirin, celebên mirîşkan derxistin holê.” Feyelesofê Slovanî Zîzek jî, ket lêgerîna “sosyalîzm û komunîzmê”… Ev derengmayîna li hemberî “kotik”a reş e.
Ocalan, berî 11 salan, bal kişandibû ser vê rewşê û got: “Sîstema kapîtalist, di cîhana xwezayî, ya mirovan, dar, geya û heywanan de wêraniyeke mezin kiriye. Vê jî, bandoreke wêranî li erdê, avê û atmosferê kiriye. Têkiliya di navbera ekolojî û sîstema kapîtalîst de îşareta SOSê dide.”
Di dîrokê de, mînakên kabûsên siyaseta durû, zordestî, despotî, dîktatoriyan, gelek hene. Dehak, Firewn, hêzên artşên dagîrker, Mogolî, Napolyon û dewşirmeyên Îttîhadî û hwd. Mînak in û bûne vîrûsên kotikên reş.
Li Kurdistanê gotina “roma reş”, tê wateya kotika bi destê dewşirmeyên Îttîhadî.
Riya herî kin û hêsan ya jiholêrakirina civak û gelan, berterefkirina hişmendî, felsefe û zimanê wan e. Ev vîrûsa herî dijwar e û gefa herî mezin ya li dijî mirovahiyê ye; lê dema virûs, berê xwe nede qesrên sermayedaran û sîstema wan ya şelandin û talankirinê neke metirsînê, maskeya durûtiyê bi kar tînin, komkujiyan jî meşrû dikin.
Dema vîrûsa çeteyên Erdogan, ji bo Ewropa gef bû, qîr didan; lê, ji bo 8 bajarên li Kurdistanê, Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, Şingal û Başûrê Kurdistanê bêdeng in.
Ev ne xeşîmiya ku Albert Camus di romana “weba” de behsa wê dikê ye. “Kesên li bajarê Cezayir Oranê, sibehekê rabûn ku li devê deriyê wan, mişkên mirî hene, pêça xwe nedane mişkên mirî û ev jî bû sedema kotikê.” Ev kiryar ne xeşîmî ye, ne mişkên mirî, hêza ku aqil û îradeya gelan dîl girtine, bû vîrûsa kotikê. Sextekarên weke Rahîb Panaleux jî, wê bêjin; “kotika li Oranê, dana xwedayê mezin e, civakê dike binê ezmûnê.”
Romana kiryarên Ittihadiyên dewşirme nehatiye nivîsandin, lê atlasê mêjiyên Kurdan, ne “metefora koran e”, di stiran,çîrok û derbimeselan de wan kiryaran zindî dihêle. Ya giring, divê rewşenbiriya Kurd, nebin lehengên romana nivîskarê Portekîzî Jose Saramago û nebin qurbanên metefora korîtiya faşîzm dewşirme.
Vîrûsa korona jî, encama siyaseta durû ye, encama endûstriyalîzmê, encama zanista di destê sîstema kapitalist de dîl hatiye girtin e. Gelo, çete û lejyonerên Erdogan yên li Kurdistanê, li Suriye, li Libya, bi qasî vîrûsa korona ne metirsînî ne; ne îşareta SOSê ne? Gelo penaberên bi fermana Erdogan, wek celebên pez, birin ber sînoran, ne rûbirûhiştina komê penaberan bi kotika reş re ye?
Kabûsa global, vîrûsa korona jî, encama siyaseta durû ye.
Vîrûsa korona, derî girtin, lê dema vîrûsa faşîst êrîş dike, ligel mirovan, xanî û wargehan jî tine dike. Slogana faşîzma dewşirme, “serî li ser bedenê, kevir li ser kevir nehêle” ye. Divê komên xelkê, civakên xwedî baweriyên cuda, yekîtiya xwe pêk bînin û li ber xwe bidin. Hingê wê bkarin, kozikên mirîşkan xera bikin, aqilê xwe, ku herka çemê dîrokê destnîşan dike, ji dîlgirtinê rizgar bikin, cîhan jî, wê ji maskeyan rizgar bibe.






