Sîpan Şînda
Mirin, bi dawîbûna jîna mirovan, ango zindiyan tevan e. Mirin, riya ber bi nediyariyê ve ye. Mirin, destqetîna ji heskiriyan e. Mirin, terkkirina bîranîn, evîn, kêliyên mestê, destjêberdana yar û ezîzan, xatirxwestina ji dost û hevalan e. Mirin, bêbextiya li dilsoziyan e. Mirin, rastiya tehl e! Her çend mirov ne xerîbê mirinê bin jî, lêbelê ewqas xwe dûrî wê dibînin ku, tu dibêjî qey ti caran nedîtiye, nebihîstiye ti kes mirî. Her çend mirov dizanin ku wê bimirin jî, lê tirsa mirinê ew êxistine di rewşeke welê de ku ew tirs ji mirinê bixwe xirabtir e. Kesên ku tirsa mirinê ket dilê wan, êdî zûbizû bi ser xwe ve nayên. Derûniya wan têk diçe. Ew her tim di nava dîwarên teng de ne. Ew tişta ji mirinê mestir dibînin. Erê, tirsa mirinê ji mirinê mezintir e! Mirin bixwe bi deng e. Lê belê tirsa mirinê bêdeng e. Ew bêdengiya tirsa mirinê ya dikeve hinavê mirovan, weke kurmek bikeve nava rayên darekê û wan rayên ku ew dar pê dijî û xwe li ser piyan digire yek bi yek diqusîne, ew bêdengî jî wisa li mirovên ku tirsa mirinê dikeve dilê wan de dike. Gelo ev tişteke çawa ye? Tirsa mirinê rayên dilê mirovî diqusîne. Êdî nahêle ew ser xwe ve bê. Roj bi roj rayên wan yên jiyanê ziwa dike, gulên baxên jiyana wan diçilmisîne. Wan bê hêvî dike. Jiyanê li ber çavên wan reş dike. Dema jiyan li ber çavên mirovî reş dibe, êdî rayên mirovî yên jiyanê ji qut dibin. Mirov çi tamê ji jiyanê she nake. Her tim tiştek di bîra wan kesên ku tirsa mirinê ketiye di dilê wan de heye; ezê kengê û çawa bimirim? Êdî heta ku mirin bê û patika wan re bigire, ew bi vê pirsê û bi vê tirsê dijîn. Ezê bimirim! Êdî ji bo wan kesan ev ji rastiyê boriye. Bûye iletek, êşek, janek û ketiye nava hinavê wan. Ew êşa ku tirsa mirinê dide wan, ji ya nexweşiyan tevan mezintir e. Ev di jiyana mirovan de dibe weke pêvajoyekê û dikeve giyanê mirovan. Heta mirinê didome. Hizra mirinê, ezê çawa bimirim, li ber mirinê re ezê çi êşê bikişînim û wê çi bê serê min? Ev tirs mirovan ji xewê dike, ji têkiliyan dike, derûniya wan serûbin dike. Ev ne tenê tirsa ji heskiriyên xwe dûrketinê ye. Ev tirsa tinê mayînê ye, ya tinebûnê ye. Tirsa derheqê piştî mirinê de ti tiştî nezanînê ye
Tu ji kê pirs bikî wê bêjin tirsa mirinê bi min re nîne. Dema hinek bêjin tirsa mirinê bi min re heye jî, dibêjin tu nexweş î, here cem psîkolog. Lê di rastiyê de pirê mirovan navên ku tirsa mirinê ya di dilê xwe de vebêjin. Heta ew bixwe ji naxwazin vê qebûl bikin. Ew kesên tirsa mirinê dikeve zikê wan, pirtir bi heskiriyên xwe ve tên girêdan. Kesên ku oldar bin, oldariya wan zêde dibe. Kesên ku bêbawerî bin jî hişktir dibin. Ew tirsa ku wê laşê wan tine bibe, wê çi ji heskiriyên wan bê, wê kengê bimirin, piştî mirinê wê çi bê serê wan? Ev hemû serê wan tevilhev dike û tirsa wan zêdetir dike. Mirin çiqasî ji mirov dûr be, divê mirov tirsa wê jî hê ji xwe dûrtir bike. Va ye îro ji ber covid 19 tirseke mezin ya mirinê ketiye dilê cîhanê tevê. Hêvîdar im gelê me û mirovayî berî gavekê ji vê nexweşiyê xelas bibe.






