Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Newroz pêngava serketina têkoşîna gelan e

21/03/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Newroz pêngava serketina têkoşîna gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan  

Ji bo me Kurdan tevî êşên meha Adarê, bi Newrozê re, bi şoreşa xwezayê li hemberî sermaya zivistan û payîzê, li dijî zalim û koledaran pêngavên şoreşgerî dest pê dikin. Bi biharê re hişînahî zîl vedide û digel karesatên li ser me hêviyên me mezin dibin. Jiyana me her di nava hev de bi rê ve çûye û hatiye vê roja me ya îro. Aliyekî têkoşîna mezinbûnê û aliyê dîtir berxwedana li hemberî hewldanên qirkirinê heye. Bê vehesîn bi sedê salan civaka me wisa derbas kiriye. Bi qasî asta hovîtiya êrîşan bi qasî meşa kêsûyan be jî em li ber xwe didin. Bi Newrozan re jî enerjiya me Kurdan xwe nû dike û têkokşîna azadiyê digihe lûtkeyê.

Diz û talankerên keda mirovahiyê bi hezarê salan e li ser pişta nirxên gelan dinepixin û diwerimin. Bi tez û sentezên fêlbaziyê sîstemên xwe yên xapînok afirandine û bi rêbazên qirker anîne vê roja me ya îro. Her tişta ku çêkirine jî, çawa xwedayan xuliqandibin pêşkêş dikin û wisa bê mînak pênase dikin. Ji bo ku pêngavên dîrokî yên gelan bidizin jî, nirxan û afrîneriyên gelan desteser dikin û serdestiyên bi derewên maskekirî dadimezirînin. Ji bo wê jî sîstemên ku wan maskan li hewa bigirin û ji herifînê biparêzin çêdikin û weke nirx davêjin navarastê.

Jixwe ev rengê serdestiyan pala xwe dide taybetmendiya xwedayan a mutleqbûnê. Ango; bi hiqûqa desthilatdariya çors re exlaqê binpê dikin û defê diqetînin ku piştî wan heram be `mitribek` hebe!. Li ser vê şaneya zanebûna çelûxwar, êrîşî civak û xwezayê dikin. Ekolojiyê weke mal ji xwe re dihesibînin û ji bo qezenca zêde talan û qir dikin. Biharên gelan dikin zivistan û gerdûnê bê demsal dihêlin. Bi gotineke din; agir berdidin derrdorê, ter û hişk pêk ve dişewitînin. Ji bo misogeriya vê şewatê, her li sîstemên xwe rêbaz û taktîkên qirkirinê yên nûjen bar dikin. Jixwe hebûn û nebûna mirovan ne li gorî wan be jî, çênabe?. Ji teşeyên mirov û civakan bigire, heta zayîn û mirinê were desteser kirine. Rêbaza jiyîna mirovatiyê li gorî xwe tayîn kirine û serjimariya ku jê sûdê wergire destnîşan dike, derveyî van bijardeyên xwe her tiştî tarûmar dike. Ti mafê wê yê jiyînê nahêle. Bi teknîkên ji koletiya zanistê hatine afirandin, nexweşiyên biyolojîk, çek û cebilxanê û bi êrîşên derûnî, mirovatiyê dîl digirin û bihara gelan vediguherînin çolistanê.

Dixwazin dunya bibe yekdemsal û pirrengiya xwezayî ji holê rakin. Hebûnan bi rengên xwe boyax bikin û vîna jiyînê ji dest bide. Eger wisa bûya, wê zivistan, payîz, bihar û havîn jî nebûna. Wê ne rast û ne çep, ne sar û ne germ hebûna. Wê her jiyan tarî bûya. Ji ber vê dualîteya diyalektîka hebûnê, ew sîstemên qirker nikarin rojan li gorî îradeya xwe tenê diyar bikin. Bi têkoşîna xwezayê û berxwedana îradeya gelan a xwe dispêre qeşengî û enerjiya biharan planên wan têk diçin. Ji ber wê Kurdan her bi Newroza biharan re pêngavên xwe yên dîrokî dest pê kirine û xeta têkoşîna xwe sererast kirine. Taqet û enerjiya hebûnê nû dikin û ji têkoşîna gelan re dibin pêşeng. Newroz starta van pêngavên gelan ên li dijî her cureyê êrîşan e. Bi Newrozan re berxwedana gelan bi ser dikeve.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.