QASIM ENGÎN
Li ser dagîkeriya axa Sûriyê ya ji aliyê dewleta tirk a faşist ku şefê wê Tayyip Erdogan e nîqaşên wê ji ser vê axê derkeve an jî bimîne, berdewam dikin.
Bila were bîra me: Sûriye ya ku di bin mêtîngeriya Fransa de bû di 27’ê Çileya 1937’an de li Cinêvê Cemiyeta Neteweyan civîn pêk hat û serbûxwebûna Hatay hat îlankirin û biryar hat girtin ku bi hilbijartinekê piraniya nifûsê bê diyarkirin. Fransa ji bo Tirkiye piştgiriyê nede Hîtler a Almanyayê hevpeymanek çêkir. Li ser biryara çêkirina hilbijartinê dewleta Rirk li Hatayê ku piranî ji Ereban pêk dihat hejmarek zêde, derxistin demografiya wê hat guhertin û di 2’ê Îlona 1938’an de Komara Hatay hat avakirin. Ev meclîs a ku piraniya wan ji leşker û bûrokrasiyên dewleta Tirk pêk dihat qaşo bi hilbijartineke wek refandûmê di 29’ê Hezîrana 1939’an de wek wîlayet tevlî Tirkiyê hat kirin.
Dewleta Tirk a dagîrker di sala 1974’an de bi heman şêwazî ket Bakûrê Qibrisê jî. Bi salan nîqaşa wê dewleta Tirk leşkerên xwe vekişîne û ji rêveberiya wir re bihêle an na çêbû, lê her çû hejmara baregeh û leşkerên xwe zêdetir kir û pergala xwe meclîsa giştî jî di nav de di hemû saziyên wir de bi cih kir. Navê vir jî kir Komara Tirk a Bakûrê Qibrisê. Bi vê dagîrkeriya ku sînor xist nava gelan niştecihên li hember dewleta tirk derdiketin hatin derxistin, dijminatî xistin nava gelên li Qibrisê ku bi sedê salan bi hev re dijiyan.
Piştî 81 salî vê carê jî ji bo Tirkiye neşemite aliyê Rûsyayê destûr dan ku dewleta Tirk di meha Tebaxê ya 2016’an de li ser alîkariya çeteyên OSO Cerablûsê, li pey hev Ezaz û Babê, Idlibê herî dawî jî di sala 2018’an de Efrînê dagîr bike. Eger armanc ne ev be nexwe çima demografî guherandin, fermî walî, qeymaqamên dewleta Tirk hatin tayînkirin, ala Tirk hat daliqandin, di perwerdeya dibistanan de di şûna zimanê erebî de zimanê tirkî perwerde tê dayîn û di avahiyên îdarî û leşkerî de xwe bi cih kirin? Ji bo cîhanê bixapînin jî carna hinek dibistanên bi zimanên erebî reklam dikin.
Vê yekê di 2013’an de xwestin bi destê El-Nûsra ya El Qaîde li Serê Kaniyê bikin, di 2014’an de bi destê DAIŞ’ê li Kobanê bikin, lê bi berxwedana bêhempa ya YPG-YPJê bi civaka xwe re ev vala derketibû. Vê carê jî dewleta Tirk a dagîrker nakokî an jî valatiya di navbera Rûsya û Amerîka de bi kar anî û hem jî xwe da bikaranîn û ev pêvajo da destpêkirin.
Ev hemû berdewamiya Hatayê ne. Niha li Serê Kaniyê û Girê Spî jî heman amadekarî tê kirin.
Eger gelên Sûriye ji vê yekê re nebêjin êdî bes e û hêza xwe nekin yek wê dewleta Tirk wisa bi hêsanî, xwe bixwe ji axa Sûriyê dernekeve û eger du sibe li herêmên dagîrkirî çawa ku di dema Hatayê de kir, qaşo bi meclîsên çeteyan û bi çeteyên hatine veguhistin biçin hilbijartinan û di wan hilbijartinan de biryar bigirin ku tevî dewleta tirk a faşîst bibin.
Em ji bîr nekin ku xislet ango karakterê dewleta Tirk a faşîst wisa hatiye hûnandin. Eger niha tedbîrên pêwîst li dijî dewleta dagîrker ya Tirk nayên girtin, Sûriye ku wek yekbûyî tê xeyalkirin rastî jî yê tenê bibe xeyalek, lê xeyalek pir bi êş û trajîk…






