Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

koronavîrus û faşîzm

18/03/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
ŞOREŞA ZIMAN
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Metirsîna “koronavîrûs”, ya li ser cîhanê, dewam dike.
Di demeke ku, sîstema kapîtalîst, bi planên paranoyak, faşîzma sedsalê bi hêz dikê de “koronavîrûs” derkete holê. Di dîroka cîhanê de, nexweşiyên bûne sedema “kotik”ê, gelek hene. Piraniya van kotikan, di dema ku artêşên mezin êrîşî herêm û welatan kirine derketine. Sîstema kapîtalîst, kultura tirsê ye.
Dibêjin, koronavîrûs, nêzî 80 salî heye, tedbîr ne hatine standin, lewma xwe guhert û wek heza i kujerî derkete holê.
Balkêş e, faşîzma dewşîrmeyên Îttîhadî sed sal in heye, bi her cûre rengê kotikê, komên xelkê tune dike. Di 32mîn salvegera komkujiya Helebce de, beriya wê û piştî wê, gelek komkujiyên bi destê faşîstan çêbûne. Hîtler, Saddam, Esad jî di nav de, gelek faşîst zarokên faşîzma devşirme ne.
Faşîma dewşirme, wek vîrûsa korona xwe guhert û bi çeteyên DAIŞê, El Nusra û hwd. dest komkujiyan kir, kerasatên şerma mirovahiyê kirin.
Di şerê cîhanê yê 3mîn de, 3 enî şer dikin: Eniya sermayeya li dijî netewe-dewletan, eniya sermayeya ligel netewe-dewletan, sêyemîn jî, eniya “riya sêyemîn” ku bi paradîgmeya Ocalan haraket dikê ye. Eniya yek û du, teknolojiya herî pêşketî bikar tînin, riya wan cûda ye, lê armanca wan yek e.
Faşîzma Îttîhadiyan, bi pêşengiya Reîs Erdogan de, eniyên 1 û 2 baş bikar tîne.
Eniyek 1 û 2, hiquqê sîstema kapîtalîst diparêzin. Eniya 2mîn, guhertina di aliyê hişmendiya bi nasnameyên dijîtal dixwaze, çîne “elît” diparêze.
Lewma, her du enî jî, li dijî paradîgmeya Ocalan şer dikin.
Sûper hêzên cîhanê, ketine zaboqên teng: Li aliyekî faşîzma ku bi komên çete û hêzên paramilîter, (nevî lejyoner) , ku paşverûtiya nijadî ya lincê pêşdixe, bi şantajê kar dike heye, ji aliyê din jî hêzên global hene.
Li dijî her du aliyan jî, berxwedana gelan heye.
Şerê germ, li Suriye û Kurdistanê ye, lê hêzên global, li çar aliyên cîhan di nava şer de ne. Faşîzma Reîs Erdogan jî, ji bo tunekirina Kurdan û bi xeyalên cûde, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn ,Ewropa û Efrîqa wek metirsinek cîhanî pîkolê dike. Cîhanê, li Idlibê dît ku korona mezin faşîzma Reîs Erdogan e, darbeyek lêd an. Reîs Erodgan, bi manewreyek ji kar ketî û xeşîm, hawara xwe gihande Ewropa û NATO, tiştek bidestnexist.
Ne faşîzma dewşirme, mixabin “koronavîrûs” mohra xwe li rojeva cîhanê da. Vê jî, sucên ku Erdogan dike, di odeyek tarî de hatin kilît kirin. Bi vî rengî hate xwestin ku pêşiya “Bihara Gelan” bigirin, lê berxwedana gelan dewam dike.
Hin derdor, “berxwedana gelan”, weke vegera Marx bi nav dikin. Ev jî, kêmdîtinek e. Veger nîne, paradigmeya Ocaalan heye. Ne çînê karker, gel berxwedanê dikin. Bêguman îdeolojiya Marx, zindî ye, li ser piyan e, lê piştî real sosyalzim û rewşa Çînê, hêvîyên ji çînê karker winda bûne. Edî gelên demokratîk di cengê de ne. Ev jî paradigmeya Ocalan e û “berxwedana demokrasiya demokrasî” ye. Di demokrasiyê demokrasî de, hemû çîn, bi taybetî jin hene.
Jin, jiyan e!.. Ti sîstemên sosyalîst û şoreşan, kirasê jinê, li gorî jinê qaz nekirin û li jinê nekirin. Tenê Ocalan dazanîn ku jin, ne tenê amur e, ew, formulasyon û bingeha çareseriya sosyo-ekonomîk e. Ti îdeolog û lîderan, potansiyala gerdunî û hêza sosyo-ekonomîk ya jinê, di kedkarî û fedekariyê de, ku dikare kedê bi awayekî rasyonal biparêze û parve bike nedîtiye. Dîtibin jî, pêşnexistiye û nekirin pratîkê. Edî demokrasî û wekhevî, di gotina “jin jiyan e” de mohr bûye.
Faşîzm jî kotik e û ji bo krîzên sîstema kapîtalîst nabe çareserî. Divê cîhan, vîrûsa mezin bibîne.
Sîstema kapîtalîst di nava “aczeke” mezin de ye; ne felsefeya Almanya, ne sosyo-ekonomiya Ingilîzan, ne sosyalîzma Fransa, wê nikaribe bersiva demê bide. Her sê disîplînên zanistî jî, di berjwendiyên neteweyî de hatine zincîr kirin.
Lê faşîzma Erdogan, li kerkidanê xwe suwar e, bi çete û hêzên paramilîter kotikê bela dike. Dîve, 3 zanistên disîplînekirî, Emerîka û Rusya vê rastiyê bibînin. Gelên cîhanê jî, bi rastiya “hêviya gelan dîse gel in”, berxwedanê dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.