Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çare di demokrasiyê de ye

18/03/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Li Rojhilata Navî rejîmên otorîter û dewlet-netewe, bûne çavkaniyên pirsgirêk û şeran. Heta dikarin desthilatdariyê di destê xwe de dihêlin, civakê bêîrade dikin û dikin bendeyên bêdeng. Ji guhertinên demokratîk û reforman re girtî ne. Li welatê xwe nirxên weke mafê azadiya fikir, xwebirêxistinkirin û serdestiya hiqûq tine hesab dikin. Qanûnên wan derxistîn, çawa ku qanûnên îlahî bin bi ser milyonan de disepînin.
Tirkiyê bisînor jî be, pesnê xwe bi avakirina demokrasiyê dida. Erdogan bi senteza “Islam û Tirk” rêveberiyeke faşîst û despotîk ava dike. Li Tirkiyê dema ber bi demokrasiyê ve vebûn çêdibû, civak rehet dibû û aborî xurt dibû. Niha ji bo ku Erdogan li desthilatdariyê bimîne, li hundir hêzên hember diperçiqîne, saziyên demokratîk bêbandor dike, hiqûq radike û xwe dixe şûna qanûnan. Di encamê de civak ma bênefes. Qeyrana aborî û siyasî kûr bû. Li hundir parçebûn pir bû. Li derve bi cîranên xwe tevan re ket nakokiyê û navbera wan xerab bû. Li Sûriye û Iraqê polîtîkayên şer û dagîrkeriyê dimeşîne. Itîfaqên dike tev li ser vê ne. Helbiku dema Tirkiyê bi Kurdan re dest bi diyalogê kirî û agirbest hatî ragihandin, rehetiyeke mezin çêbûbû, şer rawestiyabû û Tirkiye ber bi Yekîtiya Ewropa ve dimeşiya.
Li Rojhilata Navî rejîmên despotîk, bi xwespartina cemsera Sovyet-Emerîka hebûna xwe didomandin. Piştî hilweşîna Sovyetan û xerabbûna hevsengiyan, pêwîst bû li gorî geşedanên nû xwe biguherînin. Piştî hilweşîna hêzeke weke Sovyetan, diyar bû ku wê nikaribin rejimên xwe yên despotîk û hişk heta qiyametê bidomînin. Lê hişmendiya wan ya hişk ku ji nermbûnê re girtî bû, rêveberî kiribûn dîlên xwe. Mînak; Sedam Huseyin û Hafiz Esed eger reformên demokratîk bikiran, destihatdarî bi parlamento û partiyan re par ve bikiran, evqas nedibûn hedef û ev şerên giran çênedibûn.
Dinya diguhere, teknîk pêş dikeve, civak ji vê rewşê bibandor dibin. Lê çawa ku ev tinebin rêveberiya xwe didomînin. Di dawiyê de serhildanên gel yên li Tunisê dest pê kirîn, şer û qeyrana derketî hin reveberî roxandin. Li ber çavan e ka Iraq di çi rewşê de ye û rewşa Sedam tê zanîn.
Sûriye niha bûye deverke wisa ku ev nakokî û şer lê kom û kûr bûne. Bi xurtbûna DAIŞê re hêzên navneteweyî jî tevlî vê tevlîheviyê bûn û ketin Sûriyê. Beşeke girîng ya Sûriyê di binê dagîrkeriya Tirkan de ye. Rêveberiya Şamê jî bi desteka Rûsya, Îran û Hizbullahê li ser piyan dimîne. Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya Kurdan li hemberî DAIŞê têkoşîneke mezin hat kirin. Bi Kobanê re Emerîka û koalisyon jî tevlî bûn. Di rewşa heyî de li Idlibê Tirkiye bi artêşa Sûriyê re ket nava şer. DAIŞa kevin, El Nusra û gelek çeteyên din biçek dike, perwerde dike û di binê navê “Artêşa Sûriyê ya Neteweyî” de kom dike. Bi vî awayî artêşeke nû ava dike. Di rewşeke wiha de divê rêveberiya Şamê bi lez bi hêzên welatparêz û demokratîk yên Sûriyê re were cem hev û li hemberî dagîrkeriyê yekîtiyê çêke. Eger Sûriye ketiye vê rewşê diviya rêveberî para xwe jî tê de bibîne, mafê jiyanê bide kesên cuda difikirin û di çarçoveya pîvanên demokratîk de tevbigeriya.
Lê geşedanên bûyîn tersê wê ne. Rewşa Sûriyê ketiyê çawa ku şaşiya rejîma Be´esê tinebe, xetayên rêveberiya Şamê tinebin hereket dikin. Çawa ku li Sûriyê çand û baweriyên cuda tinebin hereket dikin. Rêveberiya Şamê hê jî mafê jiyanê nade kesên rêveberiya Şamê rexne dikin, xwe birêxistin dikin û fikirê xwe dibêjin. Yên wisa yan wê birevin biçin derveyî welat, yan bên tesfiyekirin, yan xwe bêdeng bikin.
Yên reviyayîn û Şamê rexne dikin, mohra ajantiyê li wan tê xistin. Bi milyonan mirov neçarî koçberiyê bûne. Welat bi giranî roxiyaye û dorpêçeke aborî û krîz heye. Riya derketina ji vê rewşê ew e ku li derdora Sûriyeyeke demokratîk kombûn çêbe. Ewropa mînaka li ber çavan e. Li Ewropa du şerên cîhanê çêbûn. Piraniya wê roxiya. Lê ders jê derxistin û Yekîtiya Ewropa ava kirin. Îro gelên li seranserê Ewropa bê ku şer bikin, di nava yekîtiyê de dijîn û her kes jê sûdê digire.
Çawa ku tiştek neqewimîbe rêveberiya Şamê dixwaze vegere berî 20011an. Niha li Bakur-Rojhilatê Sûriyê civak ji berê azadtir in û di rewşeke demokratîk de dijîn. Ewlekariya xwe pêk anîne, meclisên xwe ava kirin û ti kes hewl nade ku serdestiyê li yên din bike. Digel kêmayiyan demokrasî pêş dikeve. Ev ji bo Sûriyê tevê mînak e û alternatîfeke wisa ye ku paşrojeke aram diafirîne. Diviya rêveberiya Sûriyê li seranserê welat pêşiya demokrasiyê veke. Ku wisa bikira wê yekîtiya civakî û siyasî çêbûya. Lê li şûna vê bikin dixebitin ku vê alternatîfê jî ji holê rakin. Çi eşkere, çi ne eşkere nijadperestiya erebî pêş dixin û dibêjin eger hûn li gorî rejimê nemeşin wê belayeke mezin were serê we.
Li milekî dagîrkerî û gefên Tirkiyê, li milê din hebûna Emerîka, ku Rêveberiya Xweser dixwaze bi Şamê re bikeve diyaloyê û pirsgirêkan bi rêbazên siyasî çareser bike, şansekî mezin e. Divê Şam jî bersivê bide û qîmet bide her gava Sûriyê bigihîne aramiyê. Ji bo gelê Kurd ku gelê herî kevnar yê Rojhilata Navî ye, B. Esed dibêje; “Ev mirov ji ber Tirkan revîne hatine vir. Me cî da wan, me hewandin. Ewqas. Ango Kurd ne geleke e. Mafê wan yê nasnameyê û çandî nîne. Tiştên ku behsê dikin xeyal in.” Halbiku di daxuyaniyên xwe yên berê de gotibû, “Kurd yek ji gelên herî qedîm yên Sûriyê ne û wê ti pirsgirêkên me bi wan re çênebin.” Ev redkirin ti wateya ku aştî, edalet û demokrasiyê tine hesab dike. Rewşa siyasî jehrî dike û bêbaweriyê belav dike. Di vê mijarê de erkekî mezin dikeve ser milê rewşenbîrên Ereban, parêzanên hiqûq û demokrasiyê. Bi heman awayî rêveberiya Şamê jî ku ji paşroja Sûriyê berpirs e, divê li gorî berpirsiyriya xwe hereket bike, gera xwe ya li aştî û çareseriya siyasî bidomîne û deriyê xwe li demokratîkbûnê negire.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.