Idrîs HENAN
Ji dêrîn de gotine ku; gotinên pêşiyan, wek neqşa li ser keviran e. Lê diyare serdestên demê hîna jî dixwazin ava ku ji çiyayan diherike û li newalan belav dibe, berovajî bikin û ji newalan ber bi çiyayan ve biherikînin?. Her tiştî li gorî mentelîteya xwe ya ku pala xwe daye dizîn û talaniya nirxan diguherînin û li gorî xwe jî “rastiyên rojane” diafirînin!.
Rejîma dîktator a Baas tevî ku li tayekê maye textê xwe ji dest bide, hîna jî nikare xwe ji lîzka modernîteyê rizgar bike û di kirinên xwe yên beriya 2011ˈan de bi israr e. Çep rast lêdixe û daxuyaniyên ne li gorî kapasîteya xwe dide. Mîna qijikan serî li aliyekî û beden li aliyekî ye, hîna jî behsa çizeçize qewirandinê dike! Jibîr kiriye ku; ˈji serê qijikan qelî çênabeˈ. Ne jî dixwaze bîne bîra xwe ku; ˈGayê qelb, barê giran hilnadeˈ. Bi gotineke din, di nav de maye û êdî serê xwe ji lingê xwe dernaxîne.
Di demekê de ku cinawerên serdemê bi laşê peydakerên xwe ketine, nola kesê ku ˈserê xwe şuştiye û eniyê xwe hilmaştiye, diçe nav dijmin qey aştî yeˈ lê hatiye. Li her dera Sûriyê serweriyek hatiye ferzkirin. Li ser her bostek axa Sûriyê hegemoniyek heye. Ji tebayên di bin navê ewlekariyê de bigire û heya qertelên modernîteyê were, hemû fena qirradan xwîna vê axê dimêjin, hîna jî serokrejîm li ber mirazê xwe yê domandina pergala herifî ye?! Eceba kesek xwedî vîn be, dikare her rojekê û saetekê daxuyaniyên cuda cuda bide? Mîna kesê got û nekir, nemêr e.
Ji xwe yek ji xisletên van sîstemên han ku; xwediyê meqesê ne. Dinoqin avê û tiliyên wan li banî ne. Ji kirêtî û faşîzma xwe nakevin. Pergala desthilatdar a Baas li Sûriyê veguheriye goka di nav lingên berjewendî û keyisbaziya hegemoniya navendê de, lê dîsa jî ders negirtiye û xwe li ber bayê qertel û dirindeyên wek Rûsya û Îranê xistiye. Li dijî îradeya navendê ya guherîna rûyê sîstemê neh salin têdikoşe, lê di heman demê de hewl dide rûyê nijadperest ê netewperestiya xwe di nav basikên heman navendê de biparêze. Ji lew re berê xwe dide îradeya ku bi saya têkoşîna demokratîk a bi bedelên gelan hatiye avakirin û dixwaze hemû binkeftinên xwe lê bar bike. Qey mirov dibêje; sedema têkçûnê pêkhateyên Sûriyê ne qirêjiya sîstema bi xwe ye?
Bi qasî aliyên ku li Sûriyê di pêşbirka ferzkirina hêzê de ne, bi qasî kûrbûna qeyranê û skendalbûna kirîza rojhilata navîn, sîstemên neteweperest di nav hewldanên muhafezekariyê de ne. Ji nû ve hewl didin gelan bixin qurbana berjewendiya desthilatdariya ˈpîrozˈ a ku qaşo xwedayan li ser navê wan mohr kirine û mandebûna xwe misoger bikin. Ji ber vê jî sîstemên faşîst ên fena Baas, AKP û MHP gelek bi hêsanî dikarin gel û axa welatên xwe bixin mijarên bazarê.
Li Sûriyê tu dever nema ji aliyê vê sîstemê ve nehat firotin. Ji peravên Tartûs û Laziqiyê bigire û heya Serê Kaniyê, Girê Spî, xeta Cerablus-Bab, Efrîn û Idlibê were, hemû jî bi tiliya rejîma desthilatdar a Baasê hatine kirîn û firotin. Hîna jî maf daye xwe ku nasnameya hemwelatiyê li gelên resen belav bike?! Eceba aqil li seriyan e yan li dirêjahiya çongan e? Kîjan rejîma ku rewatiya wê cihê guman û lêpirsînê be, dikare bi derziyê biçe ser şûjinê û dapiyên gelan derxîne û bibêje ku ev resen an ne resen e?.






