Di destpêka sala 2015an de li tirkiyê amedekariyên hilbijartinên giştî hebûn.
Di heman demê de di navbera kurdan û dewletê de pêvajoya muzekereyan jî dewam dikir.
Di 28ê Sibata 2015an de di navbera herdû aliyan ve, li Stenbolê bi navê “Mutabaqata Dolmabahçe” ku ji 10 xalan pêktê hat îmzekirin.
Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi ‘Mutabaqata Dolmabahçeyê’ hewl da ku nûnerên dewletê bikişîne xeta muzakereyê û bi awayekî samîmî ji bo jiyaneke hevpar û demokratîk di warê rêgezî de lihevkirineke asgarî pêk bîne.
Ev manevra ji aliyê ‘aqlê dewletê’ ku serkêşiya wê serokomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan ve dihat kirin bi rûxandina ‘mase’yê û vegera li jargona ‘pirsgirêka kurd tune ye’ hat bersivandin. Pêvajoya diyalogê’ ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dimeşand bi dawî kir.
Dewletê bi tenê mase nerûxand ligel vê starta qirkirina kurdan jî da.
Dîsa AKPê dixwest ku Mutabaqata Dolmabahçeyê wek parçeyek kampanya hilbijartina bikarbîne. Aliyên kurdan destûr nedan vê yekê.
Selahatîn Demîrtaş di 17ê Adara 2015an de, di kom civîna partiya xwe de bersiv dida Erdogan û waha got:”seni başkan yaptırmayacagız” emê te nekin Serok!!!
HDP li çar aliyên Tirkiyê bi rêxistin bûbû. Ji her beşê ji her civak ol û baweriyan namzet nîşan da bû.
Li çar aliyên Tirkiyê û li Kurdistan mitîng hebûn. Her mitîng bi awayek girseyî dihat pêşwazî kirin.
Li derveyî Tirkiyê û bi taybet li ewropa jî, kurdistaniyên li dîasporayê dijiyan giringiyek mezin didan vê hilbijartinê.
AKP û Erdogan ev hêz û pêla HDPê dîtibûn. Bi tenê di hedefa wande HDP hebû. Di hemû mitîng û medya xwe de erişî HDPê dikirin. Erişî nîrxên kurdan dikirin.
Di nav civakê de kesên hêviyên xwe ji mixalefetê qût kiribûn, berê xwe didan avahiyên HDPê. HDP roj bi roj bi hêz di bû. Hêzbûna HDPê di heman demê de têkçûna AKPê bû jî.
Her ku hilbijartin nêz bû, komkujiya siyasî hat zêdekirin. Li Kurdistan liv û tevgera leşkerî bêhtir xûya bû. Li dijî heremên gerîlla hewldanên provaktîv, bicîhkirina leşkeran, tevgera balafir û helîkoptêrên şer û keşfê hatin zêdekirin. Bombebaranên bi hawan û tanka rû dan. Bi vê yekê jî sînorkirî neman, xebatên hilbijartinê yê HDPê hatin astengkirin û buroyên hilbijartinê hatin bombekirin û şewitandin. Di zêdetirî 70 erişên li dijî avahiyên HDPê de gelek kes birîndar bûn û rewşa hin kesan jî xeter bû.
Di 18ê Gulanê de li Mersîn û Edenê buroyên HDPê yên hilbijartinê hati bombekirin.
Di 5ê Hezîranê de, 2 roj berî hilbijartinan, li Amadê bi tevlîbûna bi sed hezaran mitîngek hat li darxistin û ew roj hêzên tarî kontrayê AKPê li ser karbûn.
Roja Hilbijartinê….
Ew roj êdî roja hesap pirsînê bû. Li herderê mirov diherikên ser sandoqan. Roja deng dayinê bû.
Di vê rojê de AKP dixwest ku di sandoqande hîle bike, AKP dixwest ku midexleyî encamê hilbijartinan bike, lê bi serneket. Êvarî ji ajansa nûçeyên serkeeftina HDPê derbasdibûn. HDP bi ser bendê ketibû. Ji sedî 13 deng girtibû.Li Tirkiyê di encamê hilbijartinên de koalisyon dixwiya, lê bi MHPê re îtifakek veşartî li ser bingeha tunekirina kurdan hat çêkirin û biryara hilbijartinek nû da.
Serokomar Erdogan jî ji bo ku ev hilbijartin were betalkirin û hilbijartinek nû çêbibe bi israrbû. Û wisa kir.
Piştî pêlên yekemîn ên êrîşên vî şerê qirêj bi operasyonên qirkirina siyasî dest pê kirin di vê navberê de dewletê encamên hilbijartinên 7’ê hezîranê ku HDP’ê ji sedî 13 kisûr deng wergirtibû red kir û di 1’ê mijdarê de li gorî jargona ku ew bi kar tînin hilbijartinê dubare kirin û helwdan HDP’ê di bin benda ji sedî 10’ê de bihêlin.
Îroj….
Li Tirkiyê îroj berbi hilbijartinê ve diçin. HDP di vê hilbijartinê de bi rihê hilbijartinên 7ê Hezîranê ve diçe. Di hedefa wan de “serkeftina 7ê Hezîranê” heye.
Faruk SAKIK