Anket û mitîngên hilbijartinan têkçûna Erdogan û AKP’ê nîşan didin. Roja têkçûna wan 24’ê hezîranê her ku nêzîk dibe tirsa dilê wan zêde dibe. Her ku tirsa dilê wan zêde dibe derûniya wan xerabtir dibe.
Di 16’ê Nîsan a 2017’an de ji bo pergala serokdewletiyê referandûm pêk hat. Bi sextekarî, dek û dolaban Erdogan bi rêjeyeke gelek biçûk serketî hate nîşandan. Her çiqasî serketî hatibe nîşan dan jî Erdogan dizanibû ku têkçûye. Lewre ji wê rojê vir e tirs û xofa têkçûnê ketibû dilê Erdogan û AKP’ê. Ya girîng jî ji bo pergala serokdewletiyê bikeve meriyetê pêdivî bi serkeftina hilbijartineke gelemperî hebû. Erdogan nexşerêya serkeftina xwe ya hilbijartinan li ser dijberiya civaka Kurd ava kir. Her ku êrişê civaka Kurd bike, Kurdan qetil bike û destkeftiyên Kurdan ên dehan salan tune bike dê hestên nîjadperestiya Tirk bilind bibûya û serkeftina Erdogan hêsantir bibûya. Bi kurtasî plansaziya pêşeroja xwe li ser têkçûn û teslîm girtina civaka Kurd ava kiribû.
Piştî qirkirinên siyasî û fizikî yên Bakur, bi hinceta referandûma Başûr a 25’ê Îlonê di bin pêşenigaya Erdogan de bajarê qedîm Kerkûk jî di nav de ji 1/3 erdnîgariya Kurdistanê ji destê Kurdan hate derxistin, di 20’ê çileya 2018’an de bi hevkariya bermahiyên çeteyên hov Efrîn dagir kirin. Li ber çavên mirovahiyê qirkirina çandî û fizîkî li Efrînê berdewam dike.
AKP li bendê bû piştî van êrişên li hember civaka Kurd, bi taybet jî piştî dagirkirina Efrînê rêjeya dengên wê gelek zêde bibin. Lê piştî AKP’ê biryara hilbijartina pêşwext girt dît ku tiştê ku hêvî dikir û tiştê ku li gorî xwe hesab dikir qet pêk nehatiye. Civaka Kurd têk neçûye, teslîm nebûye û nîjadperestên Tirk piştgiriya AKP’ê nakin.
Encamên anketan û qadên mitîngan têkçûna Erdogan û AKP’ê vedibêjin. Coş û kelecana hêzên demokratîk û yên muxalîf 24’ê hezîranê weke roja têkçûna Erdogan û AKP’ê diyar dikin. Her ku 24’ê hezîranê roja têkçûna Erdogan û AKP’ê nêzîktir dibe hewldanên liv û tevgerên AKP’ê yên provakatîf jî zêde dibin. Di vê pêvajoyê de pêdiviya AKP’ê bi çîrokeke serkeftin û lêhengiyeke derewîn heye.
Ev çend hefeteye berê xwe dabû Başûr, dixwest hinek nêzikê Qendîlê bibe û bi çîroka zeftkirina Qendîlê dilê nîjadperestên xwe şad bike. Lêhengên Kurd ev xwestek di qirika wan de hişt. Şervanên Kurd nehiştin hêzên Tirk gavek pêşde herin. Bi serde yên ku derbasî başûr bûne nekarin li wêderê xwe biparêzin. Her roj bi dehan windayiyan didin û cenaze bi ser civakên Tirkiyê ve tên.
Piştî ku çîroka Qendîl ji wan re bû xeyal careke din Minbiç xistin rojeva xwe. Niha hewl didin bi alîkariya şirîkê xwe yê “stratejîk” Emerîkayê çîrokeke derewîn pêşekeşî nîjadperestên xwe bikin. Lê daneyên berê û agahiyên ku ji Emerîkayê tên nîşan didin ku dê ev çîrok jî zêde temen dirêj nebe û wan ji têkçûnê xelas neke.Wisa xuya dike her ku 24’ê hezîranê roja têkçûna Erdogan û AKP’ê nezik bibe dê ewqasî derûniya wan xerabtir bibe. Dê ji kiryarên aqilane, ji nirx û pîvanan dûr bikevin. Ev jî tê wê wateyê ku hewceye em ji hemû kiryarên wan ên neaqilane û bê pîvan re, ji hemû cureyên êrişên şer re, hemû rêbazên provakatîf re amade bin.
Tayîp TEMEL