Hêvî Keleş/ Qamişlo
Konferansa Sînemeya Rojava ku ji aliyê sînemegerên Rojava ve hatibû lidarxistin, piştî sê rojan bi dawî bû. Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Sînemeya Rojava Diyar Heso eşkere kir ku wan bi armanca lêkolîna rastiya xebata sînemeyê û perspektîfên pêşveçûna wê li Rojava, konferans lidar xistin.
Sînamegerên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşmeya “Ber bi Sînemeyeke Nûjên Ve” koneferanseke ji 24-26’ê meha Tîrmehê li Xwaringeha El Buric a bajarê Qamişlo li dar xistin. Bi dehan sînemager, derhêner û hunermendên ji herêmên ciyawaz ên Sûriyeyê tê de beşdar bûn. Armanca konferansê ew e ku ji bo hemû derhênerên fîlman li Rojava çarçoveyek yekgirtî ava bike û çareseriyan ji bo pirsgirêkên ku pîşesaziya fîlman pê re rû bi rû ye, pêş bixe.
Bernameya rojên konferansê wiha bû:
Roja yekem: katjimar saet 10 sibehê heta 3’ê.
Di debarê nasname û peywira hunera sînameyê de.
-Pênase û peywir.
-Doza Kurd û Sînema.
-Civak û Sînema.
-Doza jinê û sînema.
Heman roj katjimar 6 heta 9’ê êvarî.
Di sînemya Kurdî de, pirsgirêkên pratîk û bikaranînê (Rojava).
-Rewşa perwerdehiyê.
-Produsîyon û post produksîyon.
-Rewşa festival û nîşandana fîlm.
Roja duyem:
Ji katjimar 10’ê sibehê heta 3’ê.
Ji bo avakirina pergaleke berfirehtir.
-Bingehên avakirina saziyeke bihêz û irehtir.
-Rewşa şirketên taybet.
-Rewşa maf û hiqûqa Sînemegeran.
Di heman rojê de katjimar ji 5 heta saet 9’ê êvarî.
Pêwendiyên sînmeya Rojava.
-Têkiliya Sînemeya Rojava û Sûriyeyê.
-Têkiliya Sînemeya Rojava û parçeyên dîtir û diyasporê.
-Ji bo têkiliya cîhanî çi pêwîstî sînemeya Rojava ye?
Roja Dawiyê:
Ji katjimar 10’ê Sibehê heta 9’ê êvarî.
Derxistin û nîşnadina encamnameya Konferansê.
Di dawiya konferansê de, daxuyaniyek dawîn hat weşandin.
Girêdayî naveroka li dar xistina Konferansa Sînemeya Rojava Komîteya Amadakar a Konferansa Sînemeya Rojava û Sînamger Diyar Heso ji Rojnameya me re axivî.
‘Piştî 3’ê mehan ji nîqaşan biryara li dar xistina Konferansa Sînmeya Rojava hate derxistin’
Endamê Komîteya Amdekar a Konferansa Sînemeya Rojava û Sînemeger Diyar Heso anî ziman ku ev demeke wan nîqaş dikirin ji bo ku koneferansekê ji xebatkarê sînemeya Rojava re çêbikin û tê de li ser rewşa Sînemeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê nîqaş bikin û wiha got: “Ev sê meh in me aktîv dest bi xebatê kir ji bo li darxistina konferansa Sînemeya Rojava, me xwest vê konferansê li dar bixînin ji bo em weke sînamegerên Rojava bi hev re kom bibin û li ser karê sînemeyê û asta wê li herêmê bi giştî biaxivin. Me pêwîstî bi vê konferansê dît ji ber pêşveçûna sînema di van serdemên dawî de û çawa gelek astengî li hemberî me derdikevin bi van êrişên li Rojavayê Kurdistanê qewimîn û guhertinên bi xwe re anîn, ji ber vê jî pêwîst dike em jî weke xebatkarê sînemegeriyê xwe li gorî rewşê bugherînin û têkevin qonaxekê nû de. Beriya li dar xisina vê konferansê em weke sînamegerên li Rojava goftûgu kirin li ser pirsgirêk û kêmasiyê me di sînemyê de û biryara li dar xistina konferansa Sînemya Rojava hate derxistin ji hêla xebatkarê Sînemyê, tê de me xwest bi hev re weke sînameger li ser hin perensîban an esasan bêne gel hev û bi hev re nîqaş bikin.”
Nîqaşên hatin kirin di her sê rojên Konferansê
Diyar Heso li ser naveroka rojên li dar xistina Konferansê wiha destnîşan kir û got: “Di roja yekem de, beşdaran li ser çend mijarên rewşenbîrî nîqaş kirin, bi giranî li ser pênasekirina sînemaya Kurdî û nasnameya wê, têkiliya di navbera sînema û civakê de, rola wê ya rewşenbîrî û rewşa jinan di sînemayê de û beşdariya wan di pêşveçûna wê de. Guftûgoyan her wiha li ser rastiya perwerdehiya fîlman, dijwariyên ku pêşandanên fîlman pê re rû bi rû ne, jêhatîyên afirîner ên bedrest û rêbazên bikaranîna wê bi rêya bernameyên perwerdehiyê yên ku hewcedariyên kesên ku di pîşesaziya fîlman de dixebitin pêk tînin, nîqaş kirin. Roja duyemîn ji bo nîqaşkirina aliyên qanûnî û pîşeyî, di serî de mafên çêkerên fîlman, di ronahiya hebûna şîrketên hilberînê yên taybet û yên ku bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne, hate veqetandin.
Her wiha mekanîzmayên ji bo avakirina têkiliyên hevkariyê di navbera saziyên cihêreng ên ku di pîşesaziya fîlman de dixebitin da ku beşdarî pêşveçûna wê bibin, hatin lêkolîn kirin. Beşdaran her wiha li ser rêbazên berfirehkirina têkiliyên di navbera sînemaya li Rojava û saziyên fîlman ên li Sûriye û derveyî welêt de, nemaze ji ber rewşa heyî ya li herêmê û xurtkirina têkiliyan bi ezmûnên sînemayê yên li beşên din ên Kurdistan û cîhanê nîqaş kirin. Di roja sêyem û dawî de, pêşniyarên ku ji rûniştinên rojên yekem û duyem derketin holê, berî ku di dawiyê de werin pejirandin, hatin nîqaşkirin, ji bilî dengdana li ser avakirina komîteyek demkî ji bo şopandina pêkanîna encamên konferansê, ku ji pênc endaman pêk tê, di nav wan de Diyar Heso, Reşîd Mihemed û Sêvê Naz Evdikî hene.”
‘Cara yekem e konferanseke wiha tê li dar xistin’

Komîteya Amdekar a Konferansa Sînemeya Rojava û Sînemager Diyar Heso axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo cara yekem li Rojava, zêdetirî sed derhênerên fîlman di konferansek fîlman de li hev civiyan da ku bi rêya rojeveke berfireh pirsgirêk û dijwariyên ku sînema pê re rû bi rû ye nîqaş bikin. Vê konferansê hêviyên me ji bo pêşketina sînemayê li Rojava û Kurdistanê zêde kir, dîtina me ji bo pêşerojê zelal kir û rêyek ji bo serkeftin û mezinbûnê destnîşan kir. Bi vî awayî, salnameyek û rojeveke nû ji bo sînemayê û ji bo derhênerên fîlman ên Rojava tê xêzkirin.”






