Rojnameya Ronahî

Rûspiyên Girê Spî: Destûra bê me, nûnertiya me nake

Rûspiyên êlên Ereb û Tirkmen ên Girê Spî destnîşan kirin ku, komîteya destûrî ya nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de nagire ji niha ve felc bûye û gotin: ” Destûra ku em tê de nebin, nûnertiya me nake”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di 23’yê Îlonê de avakirina komîteya destûrê, ragihand. Li rexê jî NY’yê nûnerên Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) ên ku nûnertiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, ji komîteyê dûr xistin. Ev yek hêrsek di nava siyaset û civakê de çêkir.

Rûspiyên êlên li Girê Spî ji Ajansa ANHA’yê re anîn ziman ku gelê Sûriyê yên herî mafdar in ku destûrê binîvîsin. Pêdiviya wan bi destwerdanên derve tune ye. Rûspiyan gotin: “Destûra ku me di nav xwe de negire, nûnertiya me nake.”

Rûspiyê êla Tirkmen Bîlal Hesûn Xelef bang li aliyên ku destûra Sûriyê amade dikin û karûbarên Sûriyê alaqedar dibin kir ku divê kesên rûmetdar ên piştgiriya yekîtiya xaka welat kirine û li dijî komên çet sekinîne, beşdarî komîteya destûrê bikin.

Bîlal got: “Aliyên derve yên ku beşdarî formekirina destûrê bûne, ew in ku Sûriye wêran kirin e û şênî kuştine. Gelê Sûriyê yê  herî mafdar e destûrê binîsivîne. Pêdiviya me bi destwerdanên derve tune ye, ku hin sûriyan bidin aliyekî. Sûriye ji hemû sûriyan re ye, xwediyên van herêman canê xwe di oxira parastina xaka welat û yekîtiya axa welat de dane.”

Bîlal gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bakurê Sûriyê di aloziya Sûriyê de pir azar kişand. Ji bo rizgarkirina welat ji DAIŞ’ê, kedek mezin da. Em bang li NY’yê dikin ku divê şêniyên vê herêmê di biryarstandinê de xwedî maf bin.”

Girêdayî mijarê, rûspiyê êla El-Bû Esaf a Ereb Elî Himêdî got: “Pir mixabin şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destûrê hatine dûrxistin. Divê neyê jibîrkirin ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ’ê de 11 hezar şehîd dan. Heman demê de 22 hezar zarokên wan birîndar bûn. Em destûra ku dengê me tê de tune be, qebûl nakin. Ev komîte ji niha ve felc bûye. Em parçekirinê qebûl nakin, ji ber ku em yek in.”

Himêdî di dawiya axaftina xwe de got: “Em îtîrafê bi destûra ku em tê de nebin, nakin. Em amadene ku beşdarî diyalogên navxweyî bibin.”