Rojnameya Ronahî

‘Zewaca zarokan sûc e û divê ev were rawestandin’

Civakên Rojhilata Navîn her tim zagonên xwe yên civakî, olî, orf û adet li ser bedena jinan pêk tînin. Her tim jin dibin qurbaniya zewaca temenê biçûk û di rêjeyên herî jor de ye. Rojane zarok bi zora civak û malbatê tên zewicandin û di qefesa kolatiyê de zaroktiya wê tê perçiqandin.
Piştî ku pergala civakê veguherî sîstema zayendperestiyê ku bi aqilê mêr hatiya birêvebirin, zewac û gelek têgînên din ji cewherê xwe dûr ketin. Desthilatdariya mêr bi rêbazên cur bi cur qirkirina jinê bi xwe re anî û pêş xist. Pergala zîhniyeta civakê destûr da zewac û dûcaniya zarokan. Li welatê Romana kevin zarokên keç di 12 saliya xwe de dihatin zewicandin . Di hişmendiya wan de xwezaya zewacê di zaroktiyê de ye. Piraniya olan jî zewaca zarokan rewa kiriye. Em dikarin bêjin ku zewaca zarokan sûc e û divê rê li pêşiya wê were girtin.
ZAROKÊN KEÇ QURBANÊN ORF Û NEÇARIYÊN CIVAKÊ NE
Sedemên zewaca zarokan pir in. Bêedaletiya di nava zayendan de hişt ku jin rastî vê bûyerê were. Sedemên din jî wekî belengazî, qelenê zewacê, hinceta namûsê jin jê re dibin qurbanî û bi tundiya civakê re rû bi rû dimînin. Bazirganiya zarokan di bin navê zewacê de tê kirin. Di heman demê de koçberî, şer û koletî jî bandor dikin. Civakên bê hêz û îrade her tim di bin bandora şerê hêzên hegomonîg de dimînin, qaşo ji bo ku zarokên xwe ji tecawizê biparêzin, wan dizewicînin. Di koçberiyê de, ji bo ku zarok birçî nemînin, ango li malbatê xwe nebin barê giran tên zewicandin. Bi van kiryaran mezinbûna keçan şerm dibînin û wan kole dihêlin.
DADGEH JÎ WÊ ZEWACÊ REWA DIKE
Tevî ku di hevpeymanên gelek dewletan de zagonên li dijî bûyera zewaca zarokan hene, lê hîn jî ev kiryar didomin. Her wiha rêxistina UNICEF’ê ya parastina mafê zarokan hişyarî da, ku divê li ser vê bûyerê were sekinandin. Di hin zagonan de dema ku dayik û bav zewaca zarokên xwe guncav bibînin, dadgeh jî wê zewacê rewa dike.
Têkildarî mijarê Endama Komîteya Lêkolînên Jîneolojiyê Roza Omer nirxandin kir.
Roza di destpêka gotina xwe de balê dikşîne ser rêbazên rast ên zewacê û wiha got: “Zewac di bingeha xwe de avakirina malbat û civakbûnê ye, lê divê jin û mêr têghîştî bin, di zanebûn û giraniya wê de bin. Ji aliyê civakî, derûnî, aborî û çandî ve amede bin, da ku malbateke rast ava bibe û bingeha wê jî saxlem be. Mixabin civaka me bi nêrînên şaş me nêzî mijara zewacê dike. Zewac wisa lê hatiye ku tenê bi armanca çêkirina zarokan û stara jinê ye. Zewac bûyereke xwezayî ye di civakê de, lê ne şert e. Jin dikarin bê zewac jî bijîn, lê ger ev jin zewicîn jî divê ev zewac ne bi zorê be, divê bi dildarî be.”
‘ŞÊWAZÊ PERWERDEKIRINA ZAROKAN ÇARENÛSA CIVAKÊ DIYAR DIKE’
Rozayê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdekirina zarokan û wiha dibêjê: “ Zarok pêvajoya herî girîng û xweş e di jiyanê de. Mirov di temenê zaroktiyê de teşeyê jiyana xwe amede dike. Loma derdora ku zarok tê de mezin û perwerde bibin gelek girîng e. Zarok bi xwe rûpeleke spî ne, ji aliyê biyolojîk ve temam nebûne û negihêştine rastiya jiyanê. Tim di nava pirs û lêgerînê de ne û tecrûbeyên jiyanê negirtine. Ji bo wê jî şêwazê hînkirina zarokan girîng e. Zarok pêşeroj û çarenûsa civakan diyar dikin.”
‘ZAROK NIKARIN BERPIRSYARTIYA CIVAKÊ RAKIN’
Rozayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zewaca zarokan bûyereke ne nû ye û her roj zêdetir dibe. Eger mirov kevneşopiya civakê jî bide alî, dîsa jî zarok nikarin berpirsyartiya civakê bigirin ser milê xwe. Dema zarok ji nişka ve xwe wekî berpirsiyara malekê bibîne, wê di encamê de derûniya wê jî xerab bibe. Bi giştî mirov dikare bêje, dema ku erkê perwerdekirin û birêvebirina civakê di destê zarokan de be , em ê rastî xeteriyên mezin werin.”